Puigdemont: “Bijî Katalonyaya azad!

Carles Puigdemont îro li Barselonayê ji alîyê bi hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin.

Puigdemont li pêşîya 10,000 kesan axivî û got “Bijî Katalonyaya azad.”

Piştî bernameyê lîderê katalan ji bo neyê girtin ji nişka ve ji holê winda bû.

Serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont sozê xwe pêk anî û îro vegerîya welatê xwe.

Puigdemont danê sibehê li Barselonayê ji alîyê alîgirên serxwebûnxwaz ve hat pêşwazîkirin.

Lîderê katalan tevlî bernameya pêşwazîyê bû ku ji alîyê partîya Juntsê ve hat amadekirin.

Wezîrên Juntsê, 300 şaredarên ji seranserê Katalonyayê û nûner û alîgirên gelek komên sîyasî yên katalan tevlî bernameyê bûn.

Hat ragihandin, li derdora 10,000 kes tevlî bernameya ji bo pêşwazîkirina Puigdemont bûne.

Puigdemont di axaftina xwe de got “Bijî Katalonyaya azad” û bi van gotinan biryardarîya ji bo serxwebûnê îfade kir:

“Tevî ku hemû hewldanên wan, tevî ku dixwestin heta ji dest hat zirarê bidin me, tevî ku me gelek caran rûyê wan ê zilimkar dît, îro ez hatim vir ku bi bîra wan bînim em hîn li vir in. Em hîn li vir in. Em hîn Ii vir in, ji ber ku mafê me yê seknê tune ye.”

Piştî vê axaftina kurt, çav li rê bû Puigdemont tevlî alîgirên xwe bimeşe Parlamentoya Katalonyayê.

Lîderê katalan duh gotibû, ew ê li parlamentoyê tevlî merasîma ji bo serokatîya Salvador Illa bibe.

Çima Puigdemont winda bû?

Lêbelê bi awayekî suprpîz, Puigdemont tevlî merasîmê nebû û piştî axaftinê winda bû.

Tê ragihandin, Puigdemont nexwestîye bê girtin û loma jî ji alîyê alîgirên xwe ve tê veşartin.

Hukumeta îspanyol bi qanûneke efûyê Puigdemont û bi sedan alîgirên serxwebûna Katalonyayê efû kiribûn.

Lê tevî vê jî, Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê biryara girtina Puigdemont betal nekiribû.

———————————————-

Foto: Carles Puigdemont/Catalannews

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Îsraîl dixwaze Hîzbulahê bikişîne nava şer

Encama teqînên cîhazên ragihandinê yên li Libnanê giran dibe. Teqînan dawî bû sebeba bandoreke şokê …