Marta Rovira vegerîya Katalonyayê

Lîdera katalan Marta Rovira piştî 6 salan vegerîya Katalonyayê.

Berîya vegera Rovira, doza Tsûmanîya Demokratîk ji alîyê dadgeha îspanyol ve hat betalkirin.

Tsûnamîya Demokratîk navê prostestoyên li Katalonyayê bû ku piştî referandûma serxwebûnê  hatibûn lidarxistin.

Lîdera katalan Marta Rovira piştî 6 salan vegerîya Katalonyayê.

Roviraya li Swîsreyê penabera polîtîk bû, duh ji ser sînorê Fransayê derbasî Katalonyayê bû.

Berîya vegera Rovira, doza Tsûnamîya Demokratîk ji alîyê dadgeha îspanyol ve hat betalkirin.

Betalbûna dozê, rê li ber vegera Rovira û çend siyasetvanên katalan ên li Swîsreyê vekir.

Tevlî Roviraya lîdera Çepa Komarger a Katalan (ERC), wekîlê heman partîyê Ruben Wagensberg jî tevlî komeke din ê aktîvîstan vegerîya Katalonyayê.

Rovira li ser sînorê welatê xwe ji alîyê şexsîyetên polîtîk ên katalan ve hat pêşwazîkirin.

Lîdera ERCê di dema pêşwazîkirinê de biryardarîya xwe ya ji bo doza serxwebûnê wiha îfade kir:

“Em vegerîyan Katalonyayê û ev jî nîşan dide em dikarin bi ser bikevin. Em vegerîyan ku karê me nikarîbû bikin, temam bikin. Em ji bo ji nû ve dest pê bikin û alîgirên serxwebûnê careke din bikin yek, vegerîyan.”

Tevî ku Îspanya qanûneke efûyê ji bo katalanên serxwebûnxwaz qebûl kir, serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont û wezîrên berê yên katalan Toni Comin û Lluis Puig nikarin vegerin Katalonyayê.

Daraza Îspanyayê kurtedemek berê bi midaxaleyeke hiqûqê derî li vegera li Puigdemont û lîderên din girtibû.

Çi ye Tsûnamîya Demokratîk?

Tsûnamîya Demokratîk navê prostestoyên li Katalonyayê bû ku piştî referandûma serxwebûnê hatibûn lidarxistin.

Referandûm ji alîyê hukumeta katalan Generalitatê ve hatibû lidarxistin û ji sindoqê serxwebûn derketibû.

Piştî vê encamê, Îspanya li hemberê lîderên katalan dest zilmeke siyasî kiribû.

Loma di serî de serokê Katalonyayê Carles Puigdemont û çend sîyasetvanên katalan derketibûn derveyî welêt.

Tevgera serxwebûnê ya katalan li hemberê midaxaleya Îspanyayê protestoyên berfireh li dar xistibû.

—————————————————–

Foto: Marta Rovira

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Çawa 80 leşker girava 2.1 milyon km² diparêzin?

Meseleya Greenlandê ya bi saya Trump ket rojevê, sar nabe. Pirsa ‘ka bi 80 leşkeran …