Salvador Illa bû serokê 133. ê Katalonyayê.
Ji 2010an û vir ve cara ewil kesekî serxwebûnê naxwaza dibe serokê Katalonyayê.
Katalonya di nava alozîyeke din a sîyasî de serokê xwe hilbijart.
Parlamentoya Katalonyayê ji bo serokatîya Salvador Illa duh rûniştinekê li dar xist.
Illa di rûniştinê de wekî serokê 133. ê Katalonyayê hat hilbijartin.
Bi vê encamê, ji 2010an û vir ve cara ewil kesekî serxwebûnê naxwaza bû serokê Katalonyayê.
Salvador Illa namzetê Partîya Sosyalîst ê Katalonyayê (PSC) bû ku partîya wî di hilbijartinên gulanê de bûbû yekemîn.
Tevî vê jî, PSC ji bo hukumetê damezrîne destekê ji du partîyên çepgir Esquerra Republicana Catalunya (ERC) û Comuns Sumarê girt.
ERC partîyeke serxwebûnxwaze û berîya niha nûnerê wê Pere Aragones serokê Katalonyayê bû.
Desteka vê partîyê ya ji bo Salvador Illa li Katalonyayê rastî reaksîyonan tê.
Ji ber ku Salvador Illa û partîya wî PSC li hemberê serxwebûna Katalonyayê ne.
Herwiha, Illa bi eşkereyî xala 155. a Destûra Bingehîn a Îspanyayê diparêze.
Xala navborî destûrê dide dewleta îspanyol midaxaleyê herêmên otonom bike.
Bandora hatina Puigdemont
Serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont duh danê sibehê vegerîyabû Katalonyayê û li pêş 10,000 kesan axaftinekê kiribû.
Piştî axaftina kurt, Puigdemont ji bo neyê girtin ji holê winda bûbû.
Loma jî hilbijartina Salvador Illa di bin sîya hatin û windabûna Puigdemont de mabû.
Bi dûv axaftina Puigdemont re, bi hezaran kes meşîyabûn ber bi Parlamentoya Katalonyayê ve.
Polêsan midaxaleyê girseyê kiribûn û li derdora 22 birîndar bûbûn.
Bi dûv meşê re, partîya Puigdemont Juntsê daxwaza betalkirina bernameya hilbijartina serokê nû kiribû.
Lêbelê ev daxwaz bi dengên PSC, ERC û çend partîyên din hatibû redkirin.
—————————————
Foto: Serokê sosyalîst ê Katalonyayê Salvador Illa/X.com
Infowelat