Katalanên serxwebûnxwaz tên efûkirin

Parlamentoya Îspanyayê cara duyemîn qanûna efûyê ya ji bo katalanan qebûl kir.

Bi vê qanûnê di serî de serokê berê Carles Puigdemont, bi sedan katalanên serwebûnxwaz tên efûkirin.

Parlamentoya Îspanyayê qanûna efûyê ya ji bo katalanan qebûl kir.

Di dengdana roja pêncşemê de 177 wekîl dengên xwe dan pêşnûmeya qanûnê.

176 wekîl jî ku piranîya wan endamên partîyên rastgir in, li dijî pêşnûmeyê dengên xwe bi kar anîn.

Di serî de Partîya Sosyalîst (PSOE) partîyên katalan, bask û galîsyayî destekê dan qanûnê.

Qanûna efûyê li Senatoya Îspanyayê du meh hatibû sekinandin û paşê hatibû redkirin.

Li gorî sîstema Îspanyayê, ku senato red bike jî parlamento cara duyemîn dikare qanûnekê qebûl bike.

Qanûna efûyê piştî ji alîyê qral Felibe VI ve bê îmzekirin, wê têkeve merîyetê.

Bi qanûna hat qebûlkirin bi sedan katalanên li hemberê wan doz hatîye vekirin tên bên efêkirin.

Hemû kesên di navbera 2011 û 2023an de de ceza girtine an li hemberê wan lêpirsîn hatine vekirin dikevin çarçoveya efûyê.

Di nava kesên tên efûkirin de serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont, sekreterê giştî yê ERCê Marta Rovira, wezîrên berê yên katalan Toni Comín û Lluís Puig û sîyaestvanên wekî Oriol Junqueras, Jordi Turull, Dolors Bassa û Raül Romeva jî hene.

Serokwezîr Pedro Sanchez ji bo bikaribe hukumetê ava bike bi partiya Katalan Juntsê re hevdîtinan kiribû.

Di hevdîtinên li Belçîkayê her du alî ji bo avakirina hukumetê li hev kiribûn.

Junts di berdêla efûya siyasî de destekê dabû hukumeta Sanchez ragihandibû.

—————————

Foto: Parlamentoya Îspanyayê/ Rûniştina di Youtubeê de hatîye weşandin 

Infowelat

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …