Arşîvên Tag: hilbijartin

Gelo Ewrûpa wê fonên Hûngaryayê qut bike?

Ji ber sekna siyasî ya Orban, hilbijartina li Hûngaryayê ji aliyê Yekitiya Ewrûpa û Rûsyayê jî ji nêzîk ve dihate şopandin. Lîderê Hûngaryayê, di nava Yekitiya Ewrûpayê de dostê herî nêzîk ê Vladîmîr Pûtîn tê naskirin. Serokê Komîsyona Ewrûpayê Ûrsûla von der Leyen di axaftina xwe ya li Parlemena Ewrûpayê …

Bêtir »

SNP li Îskoçyayê bû partiya yekemîn

Partiya îskoç a serxwebûnxwaz SNP (Partiya Neteweyî a  Îskoç) di hilbijartinên ji bo Parlamentoya Yekitiya Ewrûpayê û  lokal de serkeftinek bi dest xist. Partiyê li Îskoçyayê ji %38’ê dengan girt û bû partiya yekemîn. Serkeftina hilbijartinê SNP’ê carek din jî nîşan dide ku welatiyên Îskoçyayê bi giranî hem alîgirê serxwebûna …

Bêtir »

Puigdemont û Junqueras ji bo Parlamentoya Ewrûpayê hatin hilbijartin

Serokên partiyên serxwebûnxwaz ên li Katalonyayê di hilbijartina ji bo Parlamentoya Ewrûpayê de hatin lidarxistin de bi ser ketin. Di hilbijartinê de partiyên serxwebûnxwaz hema hema ji % 50’yê dengên li Katalonyayê girtin û du lîderên katalan bi ser ketin. Wekî ku dihat texmînkirin, serokê Katalonyayê yê li sirgûnê Carles …

Bêtir »

Gilgit-Baltîstanî ji mafê hilbijartine bêparin

Pakîstanî di hilbijartina di 25’ê Hezîranê de dengên xwe di hilbijatinên giştî de  bi kar anîn. Mixabin 9 milyon kesên li herêma Gilgit-Baltîstanê dijîn neçûn ser sindoqa hilbijartinê. Ji ber ku ji Pakîstan ji sala 1947’an û vir ve mafê beşdarîya hilbijartinan a vê herêmê nasnekiriye. Rûniştvanên herêma Gilgit-Baltîstanê ji …

Bêtir »

Azad Kurdî: “Pirsa kurd û mafên kurdan bo rêjîma Xomeynî xeta sor e”

H: Şehab Xalidî Pirs: Gelo bi raya we hilbijartin di Îranê de demokratîk in? Bersiv: Hilbijartin di hikûmetekê de demokratîk in ku sîstem û pêkhateyeke demokratîk hebe. Pîvanên demokratîk ên herî kêm weke azadiya gotin û ra derbirrînê, azadiya partiyên siyasî, hilbijartinên azad, azadiya çapemeniyê û .. hebin. Mixabin çi …

Bêtir »

Encamên hilbijartinên li Rojhilatê Kurdistanê diyar dibin

Li eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, 7 parlamenter diyar bûn lê 2 namzet derbasî dora dudiyan bûn. Jimartina dengên hilbijartinên giştî yên Îran û Kurdistana Îranê ber bi xilasbûnê ve diçe. Li bajarên eyaleta Kirmaşanê ya Kurdistana Îranê jî jimartina dengan kêm mane û dikin xelas bibin. Li gorî agahiyan, …

Bêtir »

Rewşa hilbijartinan li Rojhilatê Kurdistanê

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dengdana bo hilbijartina nûnerên Civata Şûra ya û Civata Pisporên Rêberî berdewam e. Aliyên siyasî ji bo bidestxistina 290 kursiyên Civata Şûra û 88 kursiyên Civata pisporan hevrikiyê dikin. Li Rojhilatê Kurdistanê, hejmara kesên ku berê xwe didin navendên dengdanê kêm e, li gor agahiyên …

Bêtir »

Li Makedonyayê hevkariya ji bo hilbijartinê dijwar e

Li Makedonyayê partiyên siyasî li ser xetên etnîk ji hev vediqetin û heta niha di hilbijartinan de di navbera wan de hevkariyekê pêk nehatiye. Beriya hilbijartinên giştî yên li Makedonyayê, di navbera partiyên mixalif de hevdîtin tên lidarxistin. Partiyên albanî û yên makedon dixwazin li hember serokwezîr Nikola Gruevskiyê ku …

Bêtir »

Encamên 1’ê Mijdarê cihekî berfireh di medyaya cîhanê de girt

      Encamên hilbijartinê giştî yên 1’ê Mijdarê yên li Tirkiyeyê, di medya cîhanê de jî cihekî berfireh girt. Organên medya biyanî yên girîng, encama ku AKP’ê bi dest xist weke ‘serketina nedihat hêvîkirin’ şîrove kirin. Ji bo pêvajoya piştî hilbijartinê jî hat destnîşankirin, ku berevajî îdîaya ‘îstiqrarê’ wê …

Bêtir »

Di hilbijartinên PE’yê de rewşa partiyên xweserîxwaz û serxwebûnxwaz

      Di hilbijartinên ji bo Parlamentoya Ewropayê de (PE) partiyên xweserîxwaz û serxwebûnxwaz ên kêmaran hebûna xwe xurtir kirin. Bi taybetî li Spanya û Belçîkayê bilindbûna van partiyan balê kişand. Li gorî encamên di vê hilbijartinê de derketine holê û encamên li hin welatan tên texmînkirin rewş wiha …

Bêtir »