Li Îspanyayê erdheja siyasî

Di hilbijartinên 28’ê Gulanê ya Îspanyayê de Partiya Karkeran a Sosyalîst a Îspanyayê (PSOE)  têk çû.

Partiya Gel (PP) a rastgir ku mixalefeta sereke temsîl dike, bû xwediyê 31.5 % dengan.

Piraniya bajarên mezin gelek herêm ketin destên PP’yê.

Hilbijartinên belediyeyan û yên herêmî li Îspanyayê bi hev re hatin lidarxistin.

Di hilbijartinên 28’ê Gulanê de Partiya Karkeran a Sosyalîst a Îspanyayê (PSOE) ku niha li ser kar e, têk çû.

PSOE di hilbijartinan belediyeyan de 28 ji % dengan wergirt û bû partiya duyemîn.

Partiya Gel (PP) a rastgir ku mixalefeta sereke temsîl dike, bû xwediyê 31.5 % dengan.

Belediyeyên piraniya bajarên mezin tevlî piraniya kursiyên meclîsên şaredariyan ketin destên PP’yê.

Cografyaya hilbijartina herêmî. 5 herêmên PSOE ketin destên PP’yê. Harîte: 20minutos

Partiya rast a nîjadperest VOX jî bi rêjeya 7.2 ji % dengan bû hêza siyasî ya sêyemîn.

PSOE li herêman jî têk çû

Herêmên ketin destên PP’ê ev bûn: Aragon, Valencia, Extrameduras, Giravên Balearê û La Rioja.

Herçî hilbijartinên herêmî bûn, ew jî li 12 herêmên otonom hatin lidarxistin.

Partiya PSOE ya serokwezîr Pedro Sanchez di van hilbijartinan de têk çû û pênc rêvebiriyên herêmî ji dest wê çûn.

Herêmên ketin destên PP’ê ev bûn: Aragon, Valencia, Extrameduras, Giravên Balearê û La Rioja.

Bi vê encamê, bi tenê PSOE rêvebiriya xwe ya li Asturias û La Manchayê parast.

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez piştî vê têkçûna giran, bi awayekî surprîz hilbijartineke giştî ragihand.

Sanchez, ji bo dema hilbijartina giştî jî 23’ê Tîrmehê nîşan da.

Hilbijartinên li Katalonyayê

Xavier Triasê netewperestiya rasta-navendî ya Katalan temsîl dike, bû şaredarê Barcelonayê.

Koma siyasî ya Trias bû xwediyê 11 kursiyên meclîsa şaredariya Barcelonayê.

Erdhejeke siyasî ya di 28’ê Gulanê de bi hilbijartinên belediyeyan a li Katalonyayê pêk hat.

Xavier Triasê netewperestiya rasta-navendî ya Katalan temsîl dike, bû şaredarê Barcelonayê.

Koma siyasî ya Trias bû xwediyê 11 kursiyên meclîsa şaredariya Barcelonayê.

Xavier Trias heşt sal şûn ve careke din bû şaredarê Barcelonayê. Foto:Wikipedia

Hêjayî gotinê ye, Xavier Triasê li paytexta Katalonyayê hate ser kar, di navbera 2011-2015’an de şaredarê heman bajarî bû.

Sosyalîst 10 û Barcelona En Comu ya şaredara heyî Ada Colau bûn xwediyê 9 kursiyên meclîsê.

Di hilbijartinê de encama herî xerab partiya serxwbûnxwaz a li ser kar Çepa Komarger a Katalonyayê (ERC) girt.

ERC bi tenê 5 kursiyên meclîsa Barcelonayê bi dest xist.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …