Kurdistan bi cografyaya hilbijartinê derket holê

Li 13 bajarên Kurdistanê serokê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan têk çû.

Dêrsim wekî tûra berê vê, vê carê jî bû bajarê yekemîn ê li dijî serokê heyî dengê xwe bi kar anî.

Bakurê Kurdistanê di hilbijartina Serokatiyê ya Tirkiyeyê de dijî rejîma Erdogan dengê xwe bi kar anî.

Li 13 bajarên Kurdistanê serokê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan têk çû.

Welatiyên li van bajaran, bi rêjeyeke pir mezin dengên xwe dan namzetê mixalefetê Kemal Kiliçdaroglu.

Dêrsim wekî tûra berê vê, vê carê jî bû bajarê yekemîn ê li dijî serokê heyî dengê xwe bi kar anî.

Erdogan ji vî bajarî encax karibû 17 ji % dengan werbigire.

82 ji % Dêrsimiyan bi dengê xwe destekê dan Kiliçdaroglu.

Paytexta Kurdistanê Amed/Diyarbekir 71 ji % û Culemêrg bi 72 ji % dengên xwe dan dijberê Erdogan Kiliçdaroglû.

Batmanê ji 68 ji %, Îdir bi 67 ji % û Mêrdîn jî bi 65 ji % dengan xwe nêzîkî Amedê kirin.

Cografyaya Kurdistanê 

Bi vê encamê, yekitiya gelê Kurd a di hilbijartineke din a Tirkiyeyê de dûbare eşkere bû.

Cografyaya hilbijartinê hema hema hemû cografyaya Bakurê Kurdistanê derxist holê.

Lîsteya bajarên namzetê mixalefetê bi ser ket, li gorî rêjeyê wiha ye:

13 bajarên Kurdistanê dengên xwe dan namzetê mixalefetê Kiliçdaroglu. 
    • Dêrsim:              82 ji %
    • Culemêrg:          72 ji %
    • Amed:                 72 ji %
    • Batman:             68 ji %
    • Îdir:                     67 ji %
    • Mêrdîn:              65 ji %
    • Agirî:                   65 ji %
    • Wan:                   62 ji %
    • Mûş:                   58 ji %
    • Erdexan:            58 ji %
    • Qers:                   56 ji %
    • Sêrt:                    55 ji %
    • Bedlîs:                50 ji %

 

Bi vê encamê, yekitiya gelê Kurd a di hilbijartineke din a Tirkiyeyê de dûbare eşkere bû.

Cografyaya hilbijartinê hema hema hemû cografyaya Bakurê Kurdistanê derxist holê.

Tevlîbûn kêm bû

Miqeyesekirina daneyên her du hilbijartinan nîşan didin, li tevlîbûna li Bakur vê carê li derdora 5 ji % kêm bû.

Tevî vê jî, beşdariya ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê ya li gorî tûra 14 Gulanê piçek ket.

Miqeyesekirina daneyên her du hilbijartinan nîşan didin, li tevlîbûna li Bakur vê carê li derdora 5 ji % kêm bû.

Texmîn ev e, retorîka neteweperest û tifaqa Kemal Kiliçdaroglu ya bi netewperestê faşîst ê Tirk Umit Ozdag re ya di tûra duyemîn de bûye sebeba bê kêmbûnê.

Infowelat

Harîte: Ji ber ya Wikipediayê hatiye amadekirin.  

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …