Kurdistan namzetên xwe hildibijêre

DEM Partî bi hemleyeke demokratîk xwe ji bo hilbijartina belediyeyan amade dike.

Partiyê ji bo namzetên xwe yên hilbijartinên 31ê adarê diyar bike, li Kurdistanê pêşhilbijartinê li dar dixe.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi hemleyeke demokratîk xwe ji bo hilbijartina belediyeyan amade dike.

DEM Partî ji bo namzetên xwe yên hilbijartinên 31ê adarê diyar bike, li Kurdistanê pêşhilbijartinê li dar dixe.

Partiyê heta niha li 90 navendên bi ser 10 bajarên Kurdistanê pêşhilbijartinan li dar xist.

Li derdora 100,000 kesên wekî delege hatibûn diyarkirin tevlî vê dengdanê dibin.

Kesên di pêşhilbijartinan de 50+1 deng bidest xistin wekî namzet hatin diyarkirin.

Lê li piraniya navendan ev encam nehat bidestxistin û lewma wê tûra duyemîn a pêşhilbijartinan bê lidarxistin.

Pêşhilbijartina Amedê îro ye

Ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê 4 jê jin û 11 jê mêr bi giştî 15 bernamzet serî lê dan.

20,000 delegeyên li Amed û navçeyên wê biryara derbarê namzetên bajarê mezin û navçeyan de bidin.

Li Amed û navçeyên wê ji bo diyarkirina namzetên belediyeyan îro dengan tê lidarxistin.

Berîya dengdan dest pê bike,  bernamzet di derbarê xwe û projeyên xwe de danasînekê kirin.

Ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê 4 jê jin û 11 jê mêr bi giştî 15 bernamzet serî lê dan.

20,000 delegeyên li Amed û navçeyên wê biryara derbarê namzetên bajarê mezin û navçeyan de bidin.

Li Amedê ciyên dengdan lê tên kirin ev in:

* Peyas: Salona Dawetê ya Zîrve

* Bajarê Nû:  Salona Dawetê ya Kaplan

* Baxler: Salona Dawetê ya Geterler

* Sûr: Salona Dawetê ya Nîlgun

* Erxenî: Salona Dawetê ya Taş Kardeşler

* Bismil: Avahiya navçeyê ya DEM Partiyê

* Farqîn: Salona Dawetê ya Gold Park

* Şankuş (Çunguş): Avahiya navçeyê ya DEM Partiyê

* Çermûg: Avahiya navçeyê ya DEM Partiyê

* Gêl (Egil): Avahiya navçeyê ya DEM Partiyê

* Karaz. Avahiya navçeyê ya DEM Partiyê

* Licê: Avahiya navçeyê ya DEM Partiyê

* Pasûr: Avahiya navçeyê ya DEM Partiyê

* Pîran: Avahiya navçeyê ya DEM Partiyê

* Hezro: Avahiya navçeyê ya DEM Partiyê

* Çinar: Avahiya navçeyê ya DEM Partiyê

Infowelat

—————–

Foto: Dîmenekê ji pêşhilbijartinê li Kurdistanê /ANF

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …