Rejîma Erdogan temenê xwe dirêj kir

Tirkiye di riya guherîna rejîmê de hilbijartineke krîtîk li dûv xwe hişt.

Wekî dihat texmînkirin, Recep Tayip Erdogan di tûra duyemîn a hilbijartina serokatiyê de bi ser ket.

Tirkiye di riya guherîna rejîmê de hilbijartineke krîtîk li dûv xwe hişt.

Wekî dihat texmînkirin, Recep Tayip Erdogan di tûra duyemîn a hilbijartina serokatiyê de bi ser ket.

AKP’ya li ser kar, hemû derfetên dewletê ji bo careke din Erdogan bibe serok bi kar anî.

Li aliyekî din, gelek kes di wê baweriyê de bûn, encamên erdheja Sibatê ya li Tirkiyeyê wê bandoreke neyinî li AKP’ê bike.

Di vê pêşbirka ne adil û wekhev de Erdogan 52 ji % dengan Kemal Kiliçdaroglu têk bir.

Kiliçdarogluyê namzetê Tifaqa Miletê ku hemû mixalefetê li dora xwe kom kir, encax 47 ji % dengan wergirt.

Encamên tûra duyemîn a hilbijartinên serokatiyê yên Tirkiyeyê

 

Di vê hilbijartênê de wekî tûra ewil, herî zêde bajarên Kurdistanê, Ege, Marmara û Derya Spî dengên xwe dan Kiliçdaroglu.

Li Kurdistanê li 13 bajaran hilbijêrên Kurd li ser banga YSP (Partiya Çepa Kesk) Kiliçdaroglu tercîh kirin.

Tevlîbûna hilbijartinê ya li Tirkiyeyê vê carê jî bi rêjeya 85 ji % gelekî bilind bû.

Piştî vê encamê, Erdoganê 69 salî temenê rêvebiriya AKP-MHP’ê 5 salên din dirêj kir.

 

Kurdistan û herêmên Ege, Marmara û Derya Spî ligel Enqere û Eskişehirê piraniya dengên xwe li dijî Erdogan bi kar anîn. (Wikipedia)

 

Di vê hilbijartênê de wekî tûra ewil herî zêde bajarên Kurdistanê, Ege, Marmara û Derya Spî dengên xwe dan Kiliçdaroglu.

Li Kurdistanê li 13 bajaran hilbijêrên Kurd li ser banga YSP (Partiya Çepa Kesk) Kiliçdaroglu tercîh kirin.

Infowelat

Foto: Socialistsanddemocrats.eu

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Peymana stratejîk a Yekîtîya Ewrûpa û Misrê

Bruksel wê 7.4 milyar euro bide Misirê ku di nava krîza aborîyê de ye. Armanca …