Geert Wilders wê bikaribe hukumetê ava bike?

Serfiraziya lîderê Partiya Azadiyê (PVV) Geert Wilders pêlên şokê belavî Ewrûpayê dike.

Partî bi eşkereyî li dijî mafên penaberiyê helwest digire û dixwaze dawî li sîstema penaberiyê bîne.

PVV bi mebesta Holanda ji Yekitiya Ewrûpayê derkeve dixwaze referandûmekê li dar bixe.

Nîqaşên li ser encamên hilbijartina giştî yên li Holandayê berdewam dikin.

Serfiraziya lîderê Partiya Azadiyê (PVV) Geert Wilders pêlên şokê belavî Ewrûpayê dike.

Partî bi eşkereyî li dijî mafên penaberiyê helwest digire û dixwaze dawî li sîstema penaberiyê bîne.

Li aliyekî din, partî bi eşkereyî diyar dike, ew ê dibistanên îslamî û mizgeftên li welêt bigire.

Ji bilî vê, PVV bi mebesta Holanda ji Yekitiya Ewrûpayê derkeve dixwaze referandûmekê li dar bixe.

Lewma jî polîtîkayên radîkal ên partiyê Yekitiya Ewrûpayê dixe nava fikaran.

Tevî vê jî, serkeftina vê partiyê ligel hukumetên Hûngarya û Îtalyayê dibe sebeba kêfxweşiyê.

Herwiha, serkeftina PVVê bi kêrî Vlaams Belangê tê ku serxwebûna Flanderê dixwaze.

Vlaams Belang partiyeke rastgir e û eynî wekî PVVê li dijî mafên penaberan e.

Partiyên li van her du welatan li ser kar in, ji aliyê îdeolojîk ve nêzîkî PVVê ne.

Lê digel PVV bû partiya yekemîn jî, avakirina hukumetê ya di bin rêberiya wê de dijwar xuya dike.

Partiya Geert Wilders 37 ji 150 kursiyên li parlamentoyê bi dest xist.

PVV dikare koalîsyonê ava bike?

Partiyên çep û kesk piştî hilbijartinê diyar kirin, ew ê PVVê re di heman koalîsyonê de cî negirin.

Ji ber vê, îhtimala herî xurt muzakereyên ji bo koalîsyonê yên di navbera VVD û NSCê de ye.

Lewma pêdivî bi avakirina hukumeteke koalîsyonê heye.

Partiyên çep û kesk piştî hilbijartinê diyar kirin, ew ê PVVê re di heman koalîsyonê de cî negirin.

Ji ber vê, îhtimala herî xurt muzakereyên ji bo koalîsyonê yên di navbera VVD û NSCê de ye.

Encamên hilbijartina Holandayê (li gorî belediyeyan) / Jêder: NOS

Partiya Gel a ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) partiya serokwezîrê berê Mark Rutte ye.

Dîlan Yeşilgoz a dewsa Rutte girt, di axaftina xwe ya duh de derî li muzakereyên bi PVVê re vekirî hişt.

Ji bo li Holandayê hukumet bê avakirin pêdivî bi 176 wekîlan heye.

Lewma ji niha ve diyare, hevdîtinên ji bo hukumeteke koalîsyonê wê wê dijwar derbas bibe.

Infowelat

———————

Foto: Geert Wilders/Jêder: Malpera Parlamentoya Holandayê 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …