Arşîvên Tag: hilbijartin

Tûnisî deng nedanê lê dîsa bû serok

Saziya hilbijartinê ya Tûnisê ISIEyê ragihand, serokê heyî Keys Seîd ji % 90.7ê dengan girtîye. Bi vê encamê, Seîd wê serokatîya xwe ya nîqaşbar bidomîne. Li Tûnisê roja yekşemê hilbijartina serokatîyê hat lidarxistin. Saziya hilbijartinê ya Tûnisê ISIEyê ragihand, serokê heyî Keys Seîd ji % 90.7ê dengan girtîye. Bi vê …

Bêtir »

SPD li Brandenburgê bi ser ket

Duh ji bo nûkirina parlamentoya herêmî li eyaleta Brandenburgê hilbijartin hat lidarxistin. Partîya Sosyal-Demokrat  (SPD) Scholz bi ferqeke biçûk ket pêşîya Alternatîfa ji bo Almanyayê (AfD). Encama dengdanê bêhna serokwezîrê Almanyayê  Olaf Scholz fireh kir. Almanya hilbijartineke krîtîk a li rojhilat li dûv xwe hişt. Duh ji bo nûkirina parlamentoya …

Bêtir »

Demokrasî di asta cîhanê de di xetereyê de

Li gorî raporekê, indeksa global a hilbijartinên “serbest û adil” herî zêde di 2023an de paş ve çûye. Amadekarê raporê Enstîtuya Navneteweyî ya Demokrasî û Alîkarîya Hilbijartinê (IDEA) ye. Demokrasî di asta cîhanê de gav bi gav paş ve diçe. Li gorî raporekê, indeksa global a hilbijartinên “serbest û adil” …

Bêtir »

Hukumeta Venezûelayê bi hilbijartinê naguhere

Di hilbijartina duh de serokê Venezûelayê Nicolas Maduro careke din bi ser ket. Maduro ji % 51ê hemû dengan wergirt wê heta 2031an li ser kar bimîne. Amerîka di derbvarê encamên hilbijartinên Venezûelayê de fikarên îfade kirin. Panoramaya sîyasî ya Venezûelayê bi hilbijartinan naguhere. Di hilbijartina duh de serokê Nicolas …

Bêtir »

Serxwebûnxwaz û otonomîst ketin Parlamentoya Fransayê

Herêmên xwedî nasnameyeke etnîk ên girêdayî Fransayê di hilbijartinên dawî de bi ser ketin. 15 ji wekîlên otonomîparêz û serxwebûnxwaz ketin Parlamentoya Fransayê. Herêmên xwedî nasnameyeke etnîk ên girêdayî Fransayê di hilbijartinên dawî de bi ser ketin. 15 ji wekîlên otonomîparêz û serxwebûnxwaz ketin Parlamentoya Fransayê. Ev wekîl bakurê Baskê, …

Bêtir »

Partîya Karkeran li Brîtanyayê bi ser ket

Partîya Mihefazakar di hilbijartina Brtanyayê de têkçûneke giran girt. Partîya ku Brîtanyayê ji Yekitîya Ewrûpayê derxistibû, encax dikarîbû 119 kursîyên parlamentoyê bi dest bixe. Li alîyekî din, Partîya Karkeran bi 411 kursîyan serkeftineke zelal bi dest xist. Duh di hilbijartina giştî ya Brîtanyayê de tsûnamîyeke polîtîk pêk hat. Partîya Mihefazakar …

Bêtir »

Brîtanya îro hilbijartina giştî li dar dixe

Brîtanya ji bo hilbijartina giştî ya pêşwext îro diçe ser sindoqan. Favorîyê hilbijartinê Partîya Karkeran e ku tê texmîn kirin wê ji % 40ê dengan bigire. Brîtanya ji bo hilbijartina giştî ya pêşwext îro diçe ser sindoqan. Rapirsî nîşan didin wê Partîya Mihefazakar a serokwezîr Rishi Sunak têkçûneke giran bigire. …

Bêtir »

Çawa Fransa wê pêşî li rasta tund bigire?

Fransa rêûrêbazên pêşîgirtina hukumeteke muhtemel a rasta tund nîqaş dike. Enîya Gel a Nû ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê dixwaze bi partîyên mayî re tifaqê çê bike. Lêbelê enîya nûnerîya wê Macron dike, di vê mijarê de helwesta xwe zelal nekîrîye. Fransa rêûrêbazên pêşîgirtina hukumeteke muhtemel a rasta tund …

Bêtir »

Îran îro serokomarê xwe hildibijêre

Îro li Îranê hilbijartinên ji bo serokomarîyê tên lidarxistin. Ji namzetan yên herî xurt Mihemed Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî, Mistefa Pûrmihemedî û Mesûd Pizîşkiyan e. Ji van her çaran, bi tenê Pizîşkîyan xeta reformxwaz temsîl dike. Hilbijêrên li Îranê ji bo diyarkirina serokomarê nû îro çûn ser sindoqan. Serokê nû wê dewsa …

Bêtir »

Macron bi şerê navxweyî gef li Fransayê xwar

Serokê Fransayê Macron bi “şerê navxweyî” gef li Fransayê xwar. Macron got, eger rasta radîkal an çepa radîkal were ser kar, dibe ku “şerê navxweyî” pêk were. Hilbijartinên pêşwext ên Fransayê dîskursa sîyasî ya li welêt ji binî ve diguherîne. Serokê Fransayê Macron bi “şerê navxweyî” gef li Fransayê xwar. …

Bêtir »

Çepa Fransayê bernameya xwe eşkere kir

Enîya Gel a Nû berîya hilbijartinên Fransayê bernameya xwe ya aborîyê eşkere kir. Temenê teqawidbûnê dibe 62, heqdestên xebatkarên dewletê û desteka ji bo kirê tê zêdekirin. Bi nêzîkbûna hilbijartinên pêşwext, pêşbirka sîyasî ya li Fransayê kûrtir dibe. Partîyên çep bi yekîtîya di bin banê Enîya Gel a Nû de …

Bêtir »

Le Pen beşeke manîfestoya xwe betal kir

Rasta radîkal a Fransayê berîya hilbijartina giştî beşeke manîfestoya xwe ji înternetê vekişand. Di belgeya hat vekişandin de soza “tifaqa” bi Rûsyayê re û sekinandina hevkarîyê ya bi baskê leşkerî ya NATOyê re hatibû dayîn. Rasta radîkal a Fransayê berîya hilbijartina giştî beşeke manîfestoya xwe ji înternetê vekişand. Di vê …

Bêtir »

Melenchon wê bibe namzetê serokatîya Fransayê?

Partîyên Sosyalîst, Komunîst, Kesk û La France insoumise (Fransa Stû Natewîne an bi navekî din LFI) tifaqekê damezrandin. Jean Luc Melenchonê xwedî karîzmaya sîyasî dixwaze bibe namzetê serokatîya ya vê tifaqê. Lêbelê Sosyalîst, Komunîst û Kesk bi namzetîya Melenchon neqayil in. Encamên hilbijartinên ji bo Parlamentoya Ewrûpayê siyaseta Fransayê ji …

Bêtir »

Rasta radîkal dikare bandorê li YE’yê bike?

Sîyaseta ewrûpî zêdebûna dengên partîyên rasta radîkal wekî xetereyeke li hemberê sîstemê qebûl dikin. Lêbelê îhtimal kêm e ku vê xeta îdeolojîk li Parlamentoya Ewrûpayê bibe xwedî bandoreke mezin. Ji lew re, tevahîya kursîyên di destên van partîyan de encax digihîje 145an. Ewrûpa encamên hilbijartinên Parlamentoya Ewrûpayê nîqaş dike. Sîyaseta …

Bêtir »

Scholz derî li îhtimala hilbijartinê girt

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz di axaftina xwe ya nirxandina encaman de derî li îhtimala hilbijartinekê girt. Partîya Scholz SPD (Partîya Sosyal Demokrat) di hilbijartinan de ji % 13 deng girtibûn. AfDya ku rasta radîkal temsîl dike,  nêzîkî ji % 16ê dengan girtibûn. Nîqaşên li ser encamên hilbijartinên ji bo Parlamentoya …

Bêtir »