Kurdistan dengên xwe da YSP’ê

Hilbijartin sehneyeke pêşbaziyê bû di navbera du bloqên siyaseta tirk, Tifaqa Komarê ya AKP-MHP û Tifaqa Milet a di bin pêşengiya CHP’ê de.

Partiya Çepên Kesk (YSP) ku gelê Kurd temsîl dikir, bi hêviya têkçûna rejîma Erdogan di hilbijartinên serokomariyê de destekê da namzetê serokomariyê Kemal Kiliçdaroglu.

Hilbijartina Giştî û serokomariyê ya Tirkiyeyê ku di 14’ê Gulanê de hate lidarxistin, ji bo hêviya aştiyê û azadiya gelê Kurd bû wekî derbeyekê.

Hilbijartin sehneyeke pêşbaziyê bû di navbera du bloqên siyaseta tirk, Tifaqa Komarê ya AKP-MHP û Tifaqa Milet a di bin pêşengiya CHP’ê de.

Partiya Çepên Kesk (YSP) ku gelê Kurd temsîl dikir, bi hêviya têkçûna rejîma Erdogan di hilbijartinên serokomariyê de destekê da namzetê serokomariyê Kemal Kiliçdaroglu.

Herwiha, partiyê ji bo hilbijartinên parlementoyê jî bi komên çepên tirk re Tifaqa Ked û Azadiyê ava kir.

Lê encamên her du hilbijartinan jî ne li gorî texmînên Partiya Çepên Kesk bûn.

Erdogan di dengdana serokomariyê de bi 49 ji % dengan ket pêşiya Kiliçdaroglu.

Kiliçdarogluyê di anketan de yekemîn derdiket, encax 45 ji % deng wergirt.

Rengê zer: Bajarên Kurdistanê yên YSP’ê li wir bû partiya yekemîn. (Diyarname) 

Kurdistan û hilbijartin

YSP’ê li 13 bajarên Kurdistanê bû yekemîn û tevlî dengên li rojavayê Tirkiyeyê 63 kursiyan bi dest xist.

Lêbelê dengên YSP’ê li gorî dengên ku HDP’ê di hilbijartina berê de girtibû, kêm bû.

Li aliyekî din, di hilbijartinên parlementoyê de dîsa Kurdistan dengên xwe da partiya xwe.

YSP’ê li 13 bajarên Kurdistanê bû yekemîn û tevlî dengên li rojavayê Tirkiyeyê 62 kursiyan bi dest xist.

Lêbelê dengên YSP’ê li gorî dengên ku HDP’ê di hilbijartina berê de girtibû, kêm bû.

HDP’ê 6 milyon dengan wergirtibû lê YSP’ê 2 milyon deng kêm girt û encax li derdora 4 milyon deng bi dest xist.

Herwiha, hema hema li hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê dengên ji bo xeta siyasî ku niha YSP’ê nûneriya wê dike, kêm bûn.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Belçîka 4 parlamentoyan hildibijêre

Welatîyên Belçîkayê piştî pênc salan careke din wê di 9ê hezîranê de biçin ser sindoqan. …