Slovakya bû xwedî hukumeta nû

Slovakyaya hilbijartina parlamentoyê li dûv xwe hişt, bû xwedî hukumeta nû.

Sê partiyên tevlî hilbijartinê bûbûn, di hevdîtinan de ji bo koalîsyonê li hev kirin.

Hevdîtin di bin pêşengiya partiya sosyal demokrat SMER-SD’yê de hatin lidarxistin.

Partiyeke din a sosyal demokrat Hlas (Deng) ku 14.7 ji dengan wergirtibû wê tevlî koalîsyonê bibe.

Xên ji van her du partiyan Slovenska Narodna Strana (Partiya Neteweyî ya Slovakyayê) wê di hukumetê de ciyê xwe bigire.

Her sê partî bi hev re xwedî 79 kursiyên parlamentoyê ne ku ji 150 kursiyan pêk tê.

SMER-SD di hilbijartina hefteyekê berê hatibû lidarxistin 23 ji % dengan girtibû û bûbû partiya yekemîn.

Lîderê partiyê Robert Fico ku berî niha sê caran serokwezîriyê kiribû wê carekê din were ser kar.

Şeş wezîrên hukumetê wê bibe para SMER-SD ku partiya Robert Fico ye.

Robet Fico serokwezîr e

Lîderê SMER-SD’yê Robert Fico ku berî niha sê caran serokwezîriyê kiribû, wê bibe serokwezîrê welêt.

Fico di kampanyaya hilbijartinê soza birîna alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê dabû.

Lîderê partiyê Robert Fico ku berî niha sê caran serokwezîriyê kiribû, wê bibe serokwezîrê welêt.

Fico di kampanyaya hilbijartinê soza birîna alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê dabû.

Lîderê Slovakî ragihandibû, ew ê di heman demê de li hemberê ambargoyên li ser Rûsyayê di berxwe bide.

Ev sekna polîtîk a Fico, Yekitiya Ewrûpayê û NATO’yê dixe dixe nava fikaran.

Foto: Robert Fico. /Pravda.sk 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …