Li Kerkûkê seferberiya kurd a ji bo hilbijartinê

Di encama seferberiya etnîk de beşdariya hilbijartinê ya li Kerkûkê derket asteke bilind.

566,000 hilbijêr di vê roja girîng de dengên xwe bi kar anîn.

Li gorî encamên ewil a jimartina dengan, lîsteya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) % 65 ji dengan wergirt

Li Iraqê hilbijartinên parêzgehan ku çavên kurdan li ser bû, duh hat lidarxistin.

Welatiyên ereb, kurd û kêmarên etnîk ên Iraqê ji bo meclîsên parêzgehan dengên xwe bi kar anîn.

Herçî kurd in, herî zêde bi encamên hilbijartina li Kerkûkê eleqeder bûn.

Li vî bajarê Kurdistanê ji 2005’an û vir ve hilbijartin nehatibû lidarxistin.

Bajêr di 2017’an de ji Kurdistanê hatibû veqetandin û ketibû bin kontrola Iraqê.

Ev jî kir ku beşdariya ji bo hilbijartinê di nava kurdên bajêr de derkeve asteke bilind.

Di encama vê seferberiya etnîk de beşdariya hilbijartinê ya li Kerkûkê gihîşt % 65an.

566,000 hilbijêr di vê roja girîng de dengên xwe bi kar anîn.

Li gorî encamên ewil a jimartina dengan, lîsteya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) % 65 ji dengan wergirt.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû xwediyê % 20 ji dengan.

Tevî van encamên zelal jî Komîsyona Hilbijartinê ya Kerkûkê encaman eşkere nekir.

Ev jî di nava alîgirên YNKê de bû sebeba nerazîbûn û fikaran.

Berpirsê Hilbijartinan ê YNK’ê yê Kerkûkê Şêrzad Semed bang li komîsyonê kir, encaman bi raya giştî re parve bike.

Hejmara kursiyên Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê 15’ye û ji bo bidesxistina piraniyê pêdivî bi 8 kursiyan heye.

Ku ev encam bê erêkirin, di bin pêşengiya YNKê de wê kurd piştî 18 salan careke din di meclîsê de bibin xwedî piraniyê.

Çima Kerkûk girîng e?

% 15 ji rezervên petrola Iraqê di nava sînorên parêzgeha Kerkûkê de ye.

Pispor didin zanîn, çavkaniyên li Kerkûkê destûrê dide başûrê Kurdistanê pêdivî bi alîkariya aborî ya Bexdayê nebîne.

Kerkûk bi 600,000 nifûsa xwe, piştî Hewlêr û Silêmaniyê bajarê herî mezin ê başûrê Kurdistanê ye.

Bajar herî zêde bi hebûna petrolê balê dikişîne ser xwe.

% 15 ji rezervên petrola Iraqê di nava sînorên parêzgeha Kerkûkê de ye.

Pispor didin zanîn, çavkaniyên li Kerkûkê destûrê dide başûrê Kurdistanê pêdivî bi alîkariya aborî ya Bexdayê nebîne.

Ev jî ji bo serxwebûna Kurdistanê dibe bingeheke xurt a aboriyê.

Piştî referandûma serxwebûnê, Iraq ji bo hêzên kurd ji Kerkûkê vekişin ultîmatom dabû.

Hêza paramîlîter Heşdî-Şabî di 15-16 Cotmeha 2017’an ajotibû ser Kerkûkê û di demeke kurt de bajêr dagir kiribû.

YNK û PDK li Kerkûkê di ber xwe nedabûn û bi lez terka bajêr kiribûn.

Paşê derketibû holê ku YNK’ê ji bo vekişîna ji bajêr bi hukumeta Iraqê re li hev kiriye.

Rêvebiriya YNK’ê vê red dike û dide zanîn haya PDK’ê jî ji vê peymanê heye.

Infowelat

Foto: Peykerê Pêşmerge yê li Kerkûkê /Rudaw 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …