Li Holandayê rasta radîkal bi ser ket

Partiya Geert Wildersê nîjadperest û antî-îslamîst Partiya Azadiyê (PVV) di hilbijartina Holandayê de bû yekemîn.

Li gorî encamên hîn bi fermî nehatine erêkirin, PVV di parlamentoya 150 kursiyan de 37 kursî bi dest xistin.

Li Ewrûpayê partiyên rast û nîjadperest bingeha xwe ya polîtîk berfireh dikin.

Holanda bû welatê dawî ku yek ji van partiyan serkeftinekê bi dest xist.

Partiya Geert Wildersê nîjadperest û antî-îslamîst Partiya Azadiyê (PVV) di encama hilbijartina duh de bû yekemîn.

Li gorî encamên hîn bi fermî nehatine erêkirin, PVV di parlamentoya 150 kursiyan de 37 kursî bi dest xistin.

Çepa Holandî ya bi tifaqa Keska Çep-Kedê dihat temsîlkirin, 25 kursiyan bi dest xist.

Partiya rasta navendî VVD ya serokwezîr Mark Rutte encax dikarîbû bibe xwedî 24 kursiyan.

Li gorî van encaman, Geert Wilders dive xwedî mafê avakirina hukumeta koalîsyonê.

Ji bo hukumet ava bibe pêdivî bi 76 wekîlan heye.

Lê tifaqa kesk û çep ji niha ve diyar dike, ew ê di hukumeta Geert Wilders de cî negire.

Yek ji pêşengê vê tifaqa vê koalîsyonê Frans Timmermans ragihand, peywira wan parastina demokrasiyê ye.

Infowelat

Foto: Harîteya parêzgehean a Holandayê /Topomania.com 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …