YSP’ê Kurdan xemgîn kir

HDP’ê di hilbijartina di 2018’an de 11,7 ji % dengan wergirtibû û 67 kursîyên parlementoyê bi dest xistibû.

Lêbelê YSP’ê encax 8.8 ji % dengan girt û bû xwediyê 61 kursiyên  parlamentoya li Enqereyê.

Partiya Çepên Kesk (YSP) di hilbijartina 14’ê Gulanê ya li Tirkiyeyê encamên hêvî dikir bi dest nexist.

YSP li 13 bajarên bakurê Kurdistanê bû partiya yekemîn lê 2 milyon deng  kêm girt.

HDP’ê di hilbijartina di 2018’an de 11,7 ji % dengan wergirtibû û 67 kursîyên parlamentoyê bi dest xistibû.

Lêbelê YSP’ê encax 8.8 ji % dengan girt û bû xwediyê 62 kursiyên di parlamentoya li Enqereyê.

Partiyê herî zêde li bajarên Tirkiyeyê dengên xwe kêm kir.

Sebeba vê yekê jî desteka YSP’ê ya ji bo namzetê serokomariyê Kemal Kilicdaroglu bû.

Desteka ji bo serokê CHP’ê Kiliçdaroglu bû sebeb hin hilbijêrên Kurd di hilbijartina ji bo Parlamentoyê de dengên xwe bidin CHP’ê.

Sebebeke din a kêmbûna dengan û hejmara wekîlan jî ji ber tifaqa bi Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TIP) pêk hat.

TIP berevajiya sozên xwe yên ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê, li hin ciyan bi tena serê xwe tevlî hilbijartinê bû.

Ev jî bû bû sebeb dengên ji bo YSP’ê bên bikaranîn bibin du par û hejmara wekîlên bên hilbijartin kêm bibe.

Partiya Çepên Keskli 13 bajarên Kurdistanê bû hêza yekemîn. Lê partî dengên û wekîlên xwe kêm kirin. (Wikipedia)

Rewşa li Kurdistanê

Digel ku YSP’ê li Kurdistanê bû partiya yekemîn, dengên xwe bi qasî 18.96 ji % kêm kir.

AKP’ê Ii Amedê hem 3 kursiyên xwe yên heyî parast  hem jî dengên xwe zêde kir.

Digel ku YSP’ê li Kurdistanê bû partiya yekemîn, dengên xwe bi qasî 18.96 ji % kêm kir.

Li Amedê HDP’ê di hilbijartinên 2018’an de 65,54 ji % dengan wergirtibû û bûbû xwediyê 9 wekîlan.

Herçî YSP bû, di hilbijartina dawî de 61,19 ji % dengan wergirt û 8 kursiyan qezenc kir.

Berevajiya vê, partiya Erdogan AKP’ê hem 3 kursiyên xwe yên heyî parast û hem jî dengên xwe zêde kir.

Herwiha partiya Kemalîst CHP’ê jî li paytexta Kurdistanê dengên xwe zêde kir piştî 22 salan bû xwediyê wekîlekî.

Li hin bajarên din ên Kurdistanê jî dengên YSP’ê kêm bûn û CHP’ê dengên xwe zêde kir.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …