Sosretiyeke dîplomasiya Kurd

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beriya hilbijartin bi dawî bibe, pîrozbahiyê li lîderê Tirk Tayip Erdogan kir.

Ji bilî Barzanî, lîderên Qeter, Îmaratên Ereb, Malezya û Hûngaryayê pîrozbahî li Erdogan kirin.

Piraniya  lîderên pîrozbahiyê li Erdogan kirin, bi rêvebiriya xwe ya antî-demokratîk li cîhanê tên naskirin.

Hukumeta Herêma Kurdistanê îmzeya xwe avêt binê sosretiyeke dîplomasiyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beriya hilbijartin bi dawî bibe, pîrozbahiyê li lîderê Tirk Tayip Erdogan kir.

Lîderên din ên ji Erdogan re peyamên pîrozbahiyê şandin Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hamed es-Sani, serokê Yekitiya Îmaratên Ereb Mihemed bin-Zayid en-Nehyan, serokwezîrê Hûngaryayê (Macaristan) Victor Orban û serokwezîrê Malezyayê Enver Îbrahîm bûn.

Di malpera serokatiya Herêma Kurdistanê de pîrozbahiya Erdogan bi vê sernivîsê cî girt. 

 

Piraniya van lîderên pîrozbahiyê li Erdogan kirin, bi rêvebiriya xwe ya antî-demokratîk li cîhanê tên naskirin.

Lewma jî bi vê gava xwe, Nêçirvan Barzanî ket nava koma nava van lîderan ku bi despotîzmê welatê xwe bi rê ve dibin.

Detayeke din a balkêş jî ev bû, di dewsa bi tenê weşandina peyameke fermî de, Barzanî bi telefonê bi Erdogan re axivî û pîrozbahiyê lê kir.

Pîrozbahiya “bi germî”

Naveroka axaftina Barzanî-Erdogan di malpera serokatiya Herêma Kurdistanê de jî hate weşandin

Di malperê de hat ragihandin Barzanî hem ji bo hilbijartinê pîrozbahî li Erdogan kiriye hem jî “hêviya serkeftinê” ji bo wî daxwaz kiriye:

Hesabê Twitter ê serokomariya Tirkiyeyê pîrozbahiya Barzanî piştrast kir.

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja çarşemê 17.05.2023, di peywendiyeke telefoniyê da digel birêz Recep Tayip Erdogan Serokomarê Tirkiyê bi helkefta serkeftina Partiya Dad û Geşepêdanê (Ak Partî) di hilbijartinên Tirkiyê da, bi germî pîrozbahiyê li birêz Erdogan kir û di hilbijartinên gera duyem a serokomariyê de jî hêviya serkeftinê jê ra xwest.

Bakur Erdogan red kiribû

Barzanî bi peyama xwe ya pîrozbahiyê ya bi lez û bez nîşan da, ew ê berevajiya tercîha neteweya Kurd, dostaniya xwe ya bi lîderê rejîma Tirk Erdogan re bidomîne.

Wekî encamên hilbijartina 14’ê Gulanê jî nîşan dabûn, bi rêjeyeke mezin gelê Bakurê Kurdistanê li dijî Erdogan û partiya wî AKP’ê dengên xwe bi kar anîbûn.

YSP’ê li 13 bajarên Kurdistanê bû yekemîn û tevlî dengên li rojavayê Tirkiyeyê 62 kursiyan bi dest xistibû.

5 bajarên Bakurê Kurdistanê bi rêjeyeke pir mezin li dijî serokatiya Erdogan deng dabûn. (Jêder:Medyanews)

Her 13 bajarên Kurdistanê di hilbijartina serokatiyê de jî bi rêjeyeke bilind li dijî Erdogan dengên xwe dabûn namzetê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglu.

Lewma, Barzanî bi peyama xwe ya pîrozbahiyê ya bi lez û bez nîşan da, ew ê berevajiya tercîha neteweya Kurd, dostaniya xwe ya bi lîderê rejîma Tirk Erdogan re bidomîne.

Infowelat

——————-

Foto: Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Amed di destên nûnerên kurdan de ye

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak û hevşaredarên navçeyan ên Partiya …