Portûgal biryara hilbijartina pêşwext da

Serokê Portûgalê piştî biryara hilbijartina pêşwext da.

Dengdana neteweyî wê di Adara 2024’an de bê lidarxistin.

Serokwezîrê Portûgalê Antonio Costa ji ber lêpirsîna gendeliyê ji kar îstifa kiribû.

Portûgala bi krîza siyasî diheje, biryara hilbijartina pêşwext da.

Serokê welêt Marcelo Rebelo de Sousa duh xebera hilbijartinê ragihand.

Dengdana neteweyî wê di Adara 2024’an de bê lidarxistin.

Biryara hilbijartinê ji ber îstîfaya serokwezîrê Portûgalê Antonio Costa hat dayîn.

Çend roj berê, polêsan bi biryara serdozgerê welêt bi ser mala serokwezîr de girtibûn.

Piştî vê, lîderê sosyalîst Costa ji karê xwe îstifa kiribû.

Hatibû ragihandin, Antonio Costa ji ber îdîayên gendeliyê ya di projeya lîtyûmê de wê bê lêpirsînkirin.

Serokê Portûgalê Sousa, di çarçoveya Destûra Bingehîn a Portûgalê de dikare serokwezîrekî peywirdar bike.

Lêbelê Sousa ji bo pêkhatina meşrûiyeta hukumetê erka xwe ji bo hilbijartinê bi kar anî.

Sousa da zanîn, ew dixwaze di çar mehên beriya hilbijartinê de Partiya Sosyalîst a serokwezîr ji xwe re lîdereke din hilbijêre.

Li aliyekî din jî, proseya çar mehên beriya hilbijartinê wê derfetê bide Partiya Sosyal Demokrat bingeha xwe ya civakî hîn bêtir xurt bike.

Sîstema polîtîk a Portûgalê

Portûgal welatekî li nîvgirava Îberyayê ye ku nifûsa wê di ser 10 milyonî re ye. /Harîte: Coastalwiki

Serokê Portûgalê xwedî hin erkên gelek girîng in ku di nava wan de diyarkirina serokwezîr û biryara lidarxistina hilbijartinê  jî heye.

Portûgal welatekî li başûrêrojavayê Ewrûpayê ye ku xwedî sîstemeke nîv-serokatiyê ye.

Berpirsê karûbarê hukumeta Portûgalê serokwezîr e.

Lêbelê serokê Portûgalê jî xwedî hin erkên gelek girîng in ku di nava wan de diyarkirina serokwezîr û biryara lidarxistina hilbijartinê  jî heye.

Ji sala 1975’an û vir ve Partiya Sosyalîst û Partiya Sosyal Demokrat a li welêt hêzên siyasî yê serdest in.

Infowelat

Foto: Ala Portûgalê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …