Li Swîsreyê SVP’ya li dijî penaberan bi ser ket

Li welatê Çiyayên Alp Swîsreyê encamên hilbijartina ji bo Parlamento û Senatoyê diyar bûn.

Partiya Gel a Swîsreyê (SVP) ji 29 ji % dengan girt û bû partiya yekemîn a Parlamentoyê.

Ev partî, rasta tund  temsîl dike û bi taybetî li dijî penaberiyê helwest digire.

Li welatê Çiyayên Alp Swîsreyê encamên hilbijartina ji bo Parlamento û Senatoyê diyar bûn.

Beşdarîya ji bo hilbijartinê vê carê hinekî din jî bilind bû û derket 46.6 ji %.

Partiya Gel a Swîsreyê (SVP) ji 29 ji % dengan girt û bû partiya yekemîn a Parlamentoyê.

Ev partî, rasta tund  temsîl dike û bi taybetî li dijî penaberiyê helwest digire.

Lewma jî serfiraziya partiyê, ji bo sîstema sosyal a Swîsre û mafên penaberan xetereyeke polîtîk tê qebûlkirin.

Partiya Sosyal-Demokrat (PS) ku wekî Partiya Sosyalîst jî tê naskirin, 17 ji % dengan wergirt û bû hêza duyemîn a Parlamentoyê.

Kesk dengên xwe kêm kirin û encax dikaribûn 9.4 ji % dendan bi dest bixin.

Bi van encaman, ji 200 kursiyên Parlamentoyê 62 kursî ketin destên SVP’ê û 41 kursî jî bûn para SP’yê.

Partiya Navendî 29, Lîberal-Radîkal û Kesk jî 23 kursî bi dest xistin.

Parlamentoya ji aliyê wekheviya zayendî jî balê kişand ser xwe.

Îsal 41 ji % kursiyên Parlamentoyê Federal a Swîsreyê bû para jinan.

Encamên hilbijartina Swîsreyê. /Jêder: Swissinfo

Hilbijartina Senatoyê

Partiya Navendî û Lîberal-Radîkal bûn xwediyê piraniya kursiyên Senatoyê.

Lêbelê, ji ber ku li kantonan tu namzet 50 ji % derbas nekirin wê tûra duyemîn bê lidarxistin.

Encamên hilbijartinan, berevajiya Parlamentoyê, ji bo Senatoyê arîtmetîkeke cuda bi xwe re anî.

Partiya Navendî û Lîberal-Radîkal bûn xwediyê piraniya kursiyên Senatoyê.

Lêbelê, ji ber ku li kantonan tu namzet 50 ji % derbas nekirin wê tûra duyemîn bê lidarxistin.

Di tûra duyemîn de êdî kîjan namzet bikaribe piraniya dengan bigire wê bên hilbijartin.

Piştî lidarxistina dengdana duyemîn a di Mijdarê de wê rewşa Senatoyê zelal bibe.

Sîstema polîtîk a Swîsreyê

Swîsre welatekî federal e ku ji yekitiya çar komên ziman 26 kantonan pêk tê.

Kantonên Swîsreyê xwedî otonomiyeke berfireh a dîrokî ne û ji bilî parastina leşkerî, têkiliyên navneteweyî û penaberiyê, dikarin biryarên derbarê xwe de bigirin.

Swîsre welatekî federal e ku ji yekitiya çar komên ziman 26 kantonan pêk tê.

Li welêt Almanî, Fransî, Îtalyanî û Romanşî zimanê fermî ne.

Kantonên Swîsreyê xwedî otonomiyeke berfireh a dîrokî ne û ji bilî parastina leşkerî, têkiliyên navneteweyî û penaberiyê, dikarin biryarên derbarê xwe de bigirin.

Parlamentoya Federal di asta navendî de berpirsê çêkirina qanûna ne.

Parlamento ji nava xwe Konseya Federal ku rola hukumetê girtiye ser xwe û û ji 7 kesan pêk tê, hildibijêre.

Derbarê Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …