Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis. Lîderê Yûnan di 2019'an de hatibû ser kar.

Li Yûnanistanê Mitsotakis bi ser ket

Li Yûnanistanê Partiya Nea Demokratia (Demokrasiya Nû) di tûra yekemîn de 40 ji % dengan bi dest xist.

Bi vê encamê, hejmara kursiyên Nea Demokratiayê ya di parlamentoyê de bûn 146.

Hilbijartinên Yûnanistanê serkeftina partiya serokwezîr Mitsotakis bi xwe re anî.

Partiya Nea Demokratia (Demokrasiya Nû) a rastgir di tûra yekemîn de 40 ji % dengan bi dest xist.

Bi vê encamê, hejmara kursiyên Nea Demokratiayê ya di parlamentoyê de bûn 146.

Di hilbijartina 2019’an de vê partiyê bûbû xwediyê 158 kursiyan.

Lê digel vê jî, Nea Demokratia 20 pûan ket pêşiya partiya Tifaqa Çep a Radîkal (SYRIZA).

SYRIZA’ya careke din di bin serokatiya serokwezîrê berê Alexis Tsipras tevlî hilbijartinê bû, 20 ji % dengan wergirt.

71 kursiyên di Parlamentoya Yûnanistanê de bû para SYRIZA’yê.

Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis. Lîderê Yûnan di 2019’an de hatibû ser kar.

Tifaqa PASOK-KINAL di hilbijartan de 11 ji % dengan wergirt 41 kursî bi dest xist.

Partiya Komunîst a Yunanistanê (KKE) bi rêjeya ji 7 ji %’ê dengan encax 26 kursî qezenc kir.

Digel serkeftina di hilbijartinan de jî, serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis wê nikari be bi tena serê xwe hukumetê ava bike.

SYRIZA’ya careke din di bin serokatiya serokwezîrê berê Alexis Tsipras tevlî hilbijartinê bû, 20 ji % Dengan wergirt.

Piraniyê bi dest nexist 

Parlementoya Yûnanistanê ji 300 wekîlan pêk tê û ji bo avakirina hukumetê pêdiviya Mitsotakis bi koalîsyonekê heye.

Ji ber ku tu partî piraniyê bi dest nexistin, wê Mitsotakis di tûra duyemîn de bixwaze partiya xwe bike xwediyê piraniyê.

Tûra duyemîn a hilbijartinan wê di Tîrmehê de bê lidarxistin.

Bawerî ev e, Nea Demokratia wê nikari be encamekî hîn baştir bi dest bixe û lewma jî neçar bimîne bi partiyeke biçûk re koalîsyonê ava bike.

Aborî meseleya sereke bû

Performansa pozîtîf a aboriyê bû sebeba serkeftina hilbijartinan a serokwezîr Kyriakos Mitsotakis.

Di hilbijartinên Yûnanistanê de herî zêde performansa aboriyê ya hukumeta Mitsotakis derket pêş.

Encamên hilbijartinan li parêzgehên Yûnanistanê. Yek jê ne tê de, li hemû parêzgehan Nea Demokratia bû partiya yekemîn. (Wikipedia) 

Enflasyon û rêjeya bêkariyê di dema Mitsotakis de kêm bû û welêt ji aliyê aboriyê de pêşket.

Piştî krîza Covidê Yûnanistan ji tûrîzmê re deriyên vekir û ev jî bû sebeb di 2022’an de welêt 5.9 ji % ji aliyê aboriyê ve mezin bibe.

Li aliyekî din, sektora avahîsaziyê jî di dema nû de xebata xwe berfireh kir û alîkariya pêşketina aboriyê ya Yûnanistanê kir.

Ev performansa pozîtîf a aboriyê bû sebeba serkeftina hilbijartinan a serokwezîr Kyriakos Mitsotakis.

Infowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …