Mitsotakis hukumeta xwe eşkere kir

Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Mitsotakis hukumeta xwe ya nû eşkere kir.

Nikos Dendias ku berê Wezîrê Karên Derve bû, di hukumeta nû de bû Wezîrê Parastinê.

Di kabîneya nû ya Yûnanistanê de Giorgos Gerapetritis bû Wezîrê Karên Derve.

Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Mitsotakis hukumeta xwe ya nû eşkere kir.

Di kabîneya nû de herî zêde navên ji bo wezaretên karên derve û parastinê balê kişandin ser xwe.

Nikos Dendias ku berê Wezîrê Karên Derve bû, di hukumeta nû de bû Wezîrê Parastinê.

Dendias ji ber serkeftina xwe ya dîplomasiyê herdem rastî bertekên Tirkiyeyê dihat.

Lewma jî tê texmînkirin, Dendias wekî şefê parastina Yûnanistanê wê hîn bêtir serê Enqereyê bêşîne.

Di kabîneya nû ya Yûnanistanê de Giorgos Gerapetritis bû Wezîrê Karên Derve.

Gerapetridis ji bilî karê xwe yê di hukumeta berê de, di desteya berpirsiyar a Partiya Nea Demokratia (Partiya Demokrasiya Nû) de jî cih digirt.

Mitsotakis piştî eşkerekirina hukumeta nû duh sond xwar û bi fermî dest bi karê xwe kir.

Encamên hilbijartinê

Ev encam, di 50 salên dawî de serkeftina herî mezin a muhefazakarên Yewnanîstanê ye.

Baweriya giştî ev e, îstikrara aboriyê ya piştî krîzên mezin, sebeba serkeftina partiya Mitsotakis e.

Di tûra duyemîn a hilbijartina giştî ya Yûnanistanê de Nea Demokratia ya di bin rêvebiriya Serokwezîr Kiryakos Mitsotakis de 40.5 %  dengan bidest xistibû.

Bi vî awayî, ji 300 kursiyên parlemenê 158 kursî bûbûn para vê partiyê.

Ev encam, di 50 salên dawî de serkeftina herî mezin a muhefazakarên Yewnanîstanê ye.

Encamên hilbijartina giştî yên li hemû belediyeyan. Ji bilî çend çend ciyan, Nea Demokratia li hemû navendan bû partiya yekemîn. Harîte: Wikipedia

Baweriya giştî ev e, îstikrara aboriyê ya piştî krîzên mezin, sebeba serkeftina partiya Mitsotakis e.

Di hilbijartinê de partiya çep a mixalif SYRIZA 18 % dengan wergirtibû û şikestineke giran xwaribû.

Bi vê rêjeya dengên xwe, vê partiyê di parlemenê de bûbû xwediyê 47 kursiyan.

Beşdariya ji bo tûra dûyemîn a hilbijartinê 53 ji % pêk hatibû.

Ev hejmar, ji bo tûra yekemîn a 21’ê Gulanê 61 ji % bû.

Infowelat

—————————

Foto: Parlamentoya Yûnanistanê/ Parliamentmagazine.eu

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …