Li Fransayê pîrozbahiya otonomiya komunal

Bajarê Toulousê Peymana Azadiyên Komunal ên Serdema Navîn pîroz kir.

Toulouse (bi oksîtanî Tolosa) bajarekî li başûrê Fransayê ye ku di dîrokê de parçeyeke welatê Oksîtanyayê tê qebûlkirin.

Bajarê Toulousê Peymana Azadiyên Komunal ên Serdema Navîn pîroz kir.

Bi minasebeta 834. a vê roja girîng, li Capitola Toulousê merasîmekê hate lidarxistin.

Capitol niha wekî navenda şaredariyê bajêr tê bikaranîn.

Rêvebirên şaredariyê, komeleya çandê Convergencia Occitana û nûnerên hin dibistanên bi oksîtanî perwerde lê tê kirin tevlî bernameyê bûn.

Peymana Azadiyên Komunal

Toulouse (bi oksîtanî Toloso) bajarekî li başûrê Fransayê ye ku di dîrokê de parçeyeke welatê Oksîtanyayê tê qebûlkirin.

Belgeya Peymana Azadiyên Komunal a 1189’an.

Di 1189’an de Kont Ramonê V. piştî berxwedana welatiyan, mafên komunal ên bajarê Toulousê naskir.

Bi Peymana Azadiyên Komunal ku ji aliyê Ramon V. ve hate îmzekirin, Komara Toulousê hate avakirin.

Bajêr di sedsala 14. de gaveke din jî pêş de çû û Parlementoya Toulousê hat avakirin.

Otonomiya bajêr gav bi gav kêm bibe jî, heta Şoreşa Fransî ya 1789’an jî dom kir.

Piştî şoreşê ligel otonomiya bajêr, parlemena herêmî jî hate jihevxistin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …