Fransa û Brîtanya peymana penaberiyê îmze kirin

Bi peymana penaberiyê Brîtanya qebûl kir, ji bo pêşîgirtina penaberiya ber bi erdên wê ve 72 milyon euro bide Fransayê.

Fransa bi vî pereyî wê tedbîrên li dijî penaberiyê ya li Qenala Îngilîz berfireh bike.

Di çarçoveya peymanê de Parîs qebûl kir, dewriyeyên li vê qenalê 40 ji % zêde bike.

Fransa û Brîtanya li ser peymaneke penaberan li hev kirin.

Peyman ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerard Darmanin û hemkarê wî yê brîtanî Suella Braverman ve hate îmzekirin.

Beriya vê lîderê Brîtanyayê Rashi Sunak û yê Fransayê Emanuel Macron li civîna COP 27 a li Misrê hevdîtinek li dar xistibûn.

Di vê civînê de her du alî ji bo peymana li dijî penaberiya kaçax a ber bi Brîtanyayê ve li hev kiribûn.

Bi vê peymanê Brîtanya qebûl kir, ji bo pêşîgirtina penaberiya ber bi erdên wê ve 72 milyon euro bide Fransayê.

Fransa bi vî pereyî wê tedbîrên li dijî penaberiyê ya li Qenala Îngilîz berfireh bike.

Di çarçoveya peymanê de Parîs qebûl kir, dewriyeyên li vê qenalê 40 ji % zêde bike.

Ev tedbîr ji zêdekirina hejmara hêzên ewlekariyê, bikaranîna dron, kamera û heîlkopteran pêk tê.

Di heman demê de polêsên brîtanî wê bikaribin di navendên operasyonê yên li Fransayê de ciyê xwe bigirin.

Rotaya Qenala Îngilîz

Penaberiya ber bi Brîtanyayê ve ya bi riya Qenala Îngilîz meseleya bi salan a di navbera her du welatan de ye.

Îsal heta meha Mijdarê bi qasî 40,885 penaber ji peravên Fransayê gihîştin Brîtanyayê.

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê radigihîne, par 28,561 kes ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bûn.

Qenala Îngilîz navekî din a Deryaya Manşê ye ya di navbera Fransa û Brîtanyayê de ye.

Qenala Îngilîz. Navê Deryaya Manşê jî li qenalê tê kirin. Penaberên dixwazin ji Fransa derbasî Brîtanyayê bin rotaya Calais-Dover bi kar tînin.

Ciyê herî teng ê vê deryayê di navbera Dover û Calaisê de ye û dirêjahiya wê bi qasî 42 km ye.

Par di vê qenalê de piraniya wan kurd 27 penaberên dixwestin biçin Brîtanyayê jiyana xwe ji dest dabûn.

Paşê derketibû holê penaberan beriya bota wan binav bibe bi telefonê hawara xwe gîhandine hêzên ewlekariyê yên her du welatan.

Lêbelê ne Fransa û Brîtanya neçûbûn hawara penaberan û ev jî bûbû sebeba trajediyekê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …