Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Darmanîn di daxuyanîiya xwe ta çapemeniyê de got, Fransa amadeye otonomiyeke berfireh bide Korsîkayê.
Bi vî awayî meseleya mafên neteweyî yê gelê Korsîkayê careke din ket rojeva raya giştî û rêvebiriya Fransayê.
Bûyerên li Korsîkayê ev 2 heftene li bajarên Bastiayê, Ajaccio û Calviyê û navendên din ên li giravê berdewam dikin.
Çalakgerên korsîkayî êriş dibin ser saziyên fransayê hedefên fermî didin ber êgir.
Eniya Rizgariya Çekdarî ya Korsîkayê FLNC‘ê jî ku dawî li çalakiyên xwe anîbû bi daxuyaniyekê Fransayê hişyar kir.
Rêxistinê got eger Fransa vê sekna xwe ya li dijî welatparêzên korsîkayê bidomîne ew ê ji nû ve dest bi şerê çekdarî bikin.
Piştî van geşedanan, rêvebiriya Parîsê ket nava hereketê û Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanin çû Korsîkayê.
Darmanîn li giravê daxuyanî da çapemeniyê û got Fransa amadeye otonomiyeke berfireh bide Korsîkayê.
Bi van gotinan, careke din meseleya mafên neteweyî yê gelê Korsîkayê careke din ket rojeva raya giştî û rêvebiriya Fransayê.
Paşxaneya raperîna Korsîkayê
Bûyerên korsîkayê ji ber êrişa li dijî girtiyê korsîkayî Yvan Colonna dest pê kiribû.
Colonna, di 1998’an de waliyê Korsîkayê Claude Erignac kuştibû û 5 sal piştî vê bûyerê li çiyayên Korsîkayê hatibû girtin.
Colonna bi dûv êrişê re bi statuyeke taybet, li girtîgeheke li derveyî Korsîkayê hatibû bicîkirin û rê li ber neqlkirina wî ya bo Korsîkayê hatibû girtin.
Piştî berbelavbûna bûyeran, serokwezîrê Fransayê Jean Castex bi daxuyaniyekê statuya taybet Colonna betal kiribû û rê li ber transfera wî ya bo Korsîkayê vekiribû.
Korsîka giraveke bi ser Fransayê ya li Derya Spî, li bakurê girava Sardînya ya Îtalyayê ye.
Nifûsa giravê bi qasî 350 hezarî ye û xwedî otonomiyeke bisînorkirî ye ku wekî xweseriye îdarî tê binavkirin.