Li Parisê çalakiya mezin a karkeran

Li Fransayê karker ji bo zêdekirina heqdestê asgarî li paytext Parisê meşiyan.

Rêberê vê çalakiyê CGT diyar kir, 100.000 karker tevlî çalakiyê bûne.

Xerabûna mercên debarê ku ji ber enflasyon û buhayê enerjiyê pêk tê li Ewrûpayê bêaramiyê kûrtir dike.

Ev jî dibe sebeb ajîstasyona li kolanên Ewrûpayê berfireh bibe û protestoyên mezin pêk werin.

Cara dawî karkerên li Fransayê daketin kolanên paytext Parisê û çalakiyek girseyî li dar xistin.

Rêberê vê çalakiyê CGT (Konfederasyona Giştî ya Kedê) diyar kir, 100.000 karker tevlî çalakiyê bûne.

Lêbelê wezareta karê hundir îdîa kir hejmara çalakgeran li derdora 30.000 kesî bû ye.

Herî zêde karkerên qada tendurtî, riyên hesinî û mamoste di vê çalakiyê de cî girtin.

Çalakgerên li Parisê ji hukumetê daxwaz kirin heqdestê asgarî zêde bike.

Li Fransayê enflasyon gihîştî ye 6.2 % û ev jî dibe hêza kirînê ya kesên bi meaş dixebitin kêm bibe.

Li Fransayê berdêla saeteke kar de mînîmûm 11.07 euro dikeve destên karkeran.

Eger karkekerî heftane 35 saet bixebite di dawiya mehê de 1.678.95 euro pere werdigire.

Heqdestê asgarî çi qas e?

Li Fransayê berdêla saeteke kar de mînîmûm 11.07 euro dikeve destên karkeran.

Eger karkererî heftane 35 saet bixebite di dawiya mehê de 1.678.95 euro pere werdigire.

Ji ber bilindbûna buhayên enerjiyê û enflasyonê ev pere têrî debara karkeran nake.

Bi taybetî, heqdestê mînîmûm ji ber buhayê kirê êdî nema têrî karkerên li Paris û li bajarên mezin dijîn dike.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Almanya welatîbûna penaberan hêsan kir

Fatoş DEMIRTAŞ Reforma li ser prosedurên welatîbûnê ya Almanyayê di 27ê hezîranê de ket kerîyetê. …