Fransa pêşî li projeya gazê ya Almanyayê girt

Daxwaza Almanyayê ya ji bo xeteke enerjiyê ya di navbera wê û Îspanyayê de rastî mixalefeta Parisê hat.

Fransa, Îspanya û Portûgal ji bo projeyeke din a gazê ya bi navê BarMar li hev kirin.

Krîza enerjiyê ya li nava Yekitiya Ewrûpayê welatên endam tîne pêşberî hev.

Her welat hewl dide beriya welatên din projeyan pêş bixe û feydeya maksîmûm bi dest bixe.

Ev jî di navbera wan de dibe sebeba pêşbirkê û wan nakokiyan kûrtir dike.

Yek ji van mînakên reqabetê di navbera Almanya û Fransayê de pêk hat.

Daxwaza Almanyayê ya ji bo xeteke enerjiyê ya di navbera wê û Îspanyayê de rastî mixalefeta Parisê hat.

Fransa ket nava hereketê û dîplomasiyeke serfiraz pêşî li vê projeyê girt.

Serokê Fransayê Macron di civîna endamên Yekitiya Ewrûpayê ya li Brukselê bi serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez û serokwezîrê Portugalê Antonio Costa rûnişt.

Di hevdîtinê de her sê alî ji bo projeyeke din a enerjiyê ku wekî BarMar hat binavkirin, li hev kirin.

Bi vî awayî projeya xeta Midcatê ya Almanya-Îspanyayê hate betalkirin.

Hat ragihandin, peymana ji bo avakirina BarMarê wê di 8-9’ê kanûnê de li bajarê Alicante ya Îspanyayê bê îmzekirin.

Xeta BarMarê

Fransa Barmarê wekî xeteke “korîdora enerjiya paqij” pênase dike û diyar dike, heman xet dikare ji bo hîdrojenê jî bê bi kar anîn.

Barmar navê projeya xeta enerjiyê ya di navbera Îspanya û Fransayê de ye.

Di çarçoveya projeyê de xeteke gazê ku ji Barselonayê dest pê bike, wê di binê Derya Spî re bigihîje Marsîlyayê.

Ev xet wê bi alîkariya fonên Yekitiya Ewrûpayê bê fînansekirin.

Fransa Barmarê wekî xeteke “korîdora enerjiya paqij” pênase dike û diyar dike, heman xet dikare ji bo hîdrojenê jî bê bi kar anîn.

Lêbelê jîngehparêz di vê meseleyê de Macron dilsoz nabînin û wî bi manîpulasyonê tometbar bikin.

Jîngehparêz didin zanîn, binê deryaya di navbera Barselona û Marsilyayê de xwedî ekolojiyek e zengîn e û projeya BarMarê wê zirarê bide vê deverê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …