Fransa sebebên trajediyê şêlû dike

Qezaya koçberan a li Deryaya Manşê, di rojeva Fransayê de ye…Rêvebiriya Fransayê wekî her car bi tenê kaçaxçiyan sûcdar dike û rola xwe ya di vê mijarê de nabîne…Rêvebiriyên Fransî û Brîtanî, di konsepta ewlekariyê de israra xwe didomînin, rêya çareseriyê dixetimînin.

Bi vê polîtîkaya xwe Fransa, bi desteka hukumeta Brîtanî dixwaze ser sebebên esasî yên koçberiyê binûxûmîne û pêşî li nîqaşa di nava civakê de bigire. Di eslê xwe de koçberên berê xwe didin riyên xetere yên Brîtanyayê, ji aliyê sîstema penaberiyê ya Fransayê nayên parastin. Gelek ji wan ne xwedî mafê penaberiyê ne û ji dewletê tu alîkariyê wernagirin.

Hukumeta Macron di trajediya dawî ya koçberan de bi tenê kaçaxçiyan sûcdar kir. Parîs bi vî awayî dixwaze sebebên esas ên vê meseleyê ji raya giştî veşêre.

Nîqaşên piştî qezaya kambax ku 27 koçber jiyana xwe ji dest dabûn, Qenala Îngilîz careke din xist rojeva Fransayê. Hukumeta Fransayê wekî hercar bi daxuyaniyên ji rêzê nêzîkî meseleyê dibe û naxwaze sebebên esas ên pêla koçberan nîqaş bike.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin di daxuyaniya xwe de qala trajediyê kir û bi konsepta krîmînal nêzîkî meseleyê bû. Darmanin got berpirsê bûyera dawî kaçaxçî ne û lewma jî ew ê tedbîrên xwe yên li dijî kaçaxçiyan zêdetir bikin.

Qenala Dover ya di navbera Fransa û Brîtanyayê de. Ev der ciyê herî nêzîk a di navbera her du welatan de ye û dirêjahiya wê 42 km ye.

Li Fransayê rewşa koçberan

Bi vê polîtîkaya xwe Fransa, bi desteka hukumeta Brîtanî dixwaze ser sebebên esasî yên koçberiyê binûxûmîne û pêşî li nîqaşa di nava civakê de bigire. Di eslê xwe de koçberên berê xwe didin riyên xetere yên Brîtanyayê, ji aliyê sîstema penaberiyê ya Fransayê nayên parastin. Gelek ji wan ne xwedî mafê penaberiyê ne û ji dewletê tu alîkariyê wernagirin.

Lewma her sal bi hezaran koçberên di vê rewşê de, berê xwe didin peravên bakurê Fransayê û ji wir hewl didin derbasî Brîtanyayê bibin. Piraniya koçberên digihîjin vê herêmê li nava daristanên li derdora bajarê Kaleyê dimînin û li vir bi riya kaçaxçiyan xwe ji bo rêwitiya xetere ya ber bi Brîtanyayê amade dikin.

Piraniya penaberên li kampên veşartî yên li bakurê Fransayê kurdên ji Başûrê Kurdistanê ne.

Koçberiya ji başûr

Hêjayî gotinê ye, beşeke mezin a koçberan ji Başûrê Kurdistanê ne û bi mehan li daristanên li bakurê Fransayê dimînin. Ji xwe hema bêje hemû kesên di qezaya duh de bûn qurbana Deryaya Manşê jî tev Kurdên ji Başûrê Kurdistanê bûn. Ev jî sîstema gendel a rêvebiriya Hewlêrê ku li ser berjewendiyên partiyên siyasî bilind dibe careke din tîne rojevê û para wê ya di pêla koçberiyê ya ji Başûr de bi zelalî nîşan dide.

Mixabin rêvebiriya Hewlêrê jî eynî wekî reveberiya Parîsê, di vê meselê de xwe berpirsiyar nabîne û dixwaze bi mesajên sersaxiyê rexneyan ji xwe dûr bixe.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Belçîka 4 parlamentoyan hildibijêre

Welatîyên Belçîkayê piştî pênc salan careke din wê di 9ê hezîranê de biçin ser sindoqan. …