Nûnerên Korsîkayê êdî di Senatoya Fransayê de ne

Di salên dawî de tevgera netewperwer a Korsîkayê bi serfiraziyên xwe yên di hilbijartinan de balê dikişîne ser xwe..

Di hilbijartinên dawî de, cara yekemîn siyasetmedarekî welatparêz a Korsîkî ji bo senatoya Fransayê hat hilbijartin..

Ev encam dilê endamên doza serxwebûna Giravê xweş kir û li Korsîkayê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin..

Meşa di korîdorên ber bi qesr û saziyên rêvebiriyê yên Fransayê dirêj dibin de ji bo gelekan ne karekî hêsan e.

Û dema mijar dibe herêmeke wekî Korsîkaya nîv-xweser, ev rastî bêtir berbiçav dibe.

Senator Paulu Santu Parigi

Ji ber polîtîkayên parçekirin û zilmê yên Parîsê, cîgirtina nûnerên esil ên Korsîkayê di Senatoya fransî de wekî xeyal dihate dîtin.

Lê di hilbijartinên dawî de ev qedera kambax hat guherandin û nûnereke korsîkî berê xwe da Senatoya li Parîsê.

Paulu Santu Parigi li navçeya Haut Corse ya li giravê ji sedî 59’ê dengan girt û bû senatorê yekemîn ê welatparêz ê Korsîkayê.

Serokê Korsîkayê Gilles Simeoni, bi parvekirineke xwe ya di twîttirê de serfiraziya Lûîcî pîroz kir.

Senatoya Fransayê

Sîmeonî got, ev cara yekemîn e gelê Korsîkayê wê di Senatoya Fransayê de ji aliyê senatorekî neteweperwer bê temsîlkirin.

Hêjayî gotinê ye, partiyên netewperwer ên Korsîkayê, di hilbijartinên herêmî yên 2017’an de serkeftinek mezin bi dest xistibûn û di parlemena Korsîkayê de bûbûn xwedî piraniya kursiyan.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …