Yekitiya Ewrûpayê li gorî beriya şerê Ukraynayê 40 ji % zêdetir Gaza Hatiye Ronkirin (LNG) ji Rûsyayê dikire. Welatên YE’yê ji bo vê, 5.3 milyar Euro pere transferê Rûsyayê kirine. 3 endamên YE’yê (Îspanya, Belçîka û Fransa) di nava 5 welatan de ne ku herî zêde LNG ji Rûsyayê dikirin. …
Bêtir »Hakan Fidan ji bo PKK’ê û petrolê çû Bexdayê
Wezîrê Karên Derve yê Turkiyeyê Hakan Fidan ji bo hevdîtinan çû Bexdayê. Krîza bazirganiya petrolê û şerê PKK’ê du nuqteyên sereke yên vê hevdîtinê ye. Di her du meseleyan de jî Iraq û Tirkeyeyê xwedî pozîsyonên cuda ne. Wezîrê Karên Derve yê Turkiyeyê Hakan Fidan ji bo hevdîtinan çû Bexdayê. …
Bêtir »Ewrûpa berê xwe da enerjiya bayê
Neh welatên Ewrûpayê ji bo gotûbêjên li ser mijara enejiyê li bajarê Ostende ê Belçîkayê civiyan. Lîder û wezîrên Almanya, Fransa, Brîtanya, Belçîka, Hollanda, Denmark, Norwêc, Îrlanda û Luxemburgê tevlî civînê bûn. Di civînê de rêûrêbazên hilberîna enerjiya bayê hate gotûbêjkirin û paşê aliyan li ser mijarê deklerasyoneke hevkariyê îmze …
Bêtir »Îtalya li dûv petrola Kurdistanê ye
Îtalya ji ber çavkaniyên wê yên enerjiyê bi Kurdistanê re eleqeder dibe. Îtalya bi serdana Giorgia Meloni dixwaze têkeve vê bazara Kurdistan û Iraqê bi şîrketên din re reqabetê bike. Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni roja înê ji bo serdanekê çû Başûrê Kurdistanê. Meloni di serdana xwe ya surprîz de ji …
Bêtir »Bruksel 200 milyon euro dide Moldovayê
Yekitiya Ewrûpayê ji bo pêdiyên wê yên enerjiyê 200 milyon euro dide Moldovayê. 100 milyon dolar ji vî pereyî wê wekî deyn be û yê mayî wê wekî alîkariyê be. Bruksel wê 50 milyon euro jî li ser navê alîkariya ji bo butçeyê bide Moldovayê. Serokê Komîsyona Ewrûpayê Ursula vob …
Bêtir »Îsraîl û Libnan peymana sînorên deryayî îmze kirin
Peymana sînorên deryayî, rasterast bi saya dîplomasiya Amerîka ya Îsraîl û Libnanê re pêk hat. Her du welat di çarçoveya peymanê de deverek bi qasî 860 km² li hev parve dikin. Îsraîla heta niha li Rojhilata Navîn di bin dorpêçeke dîplomatk de bû, yek bi yek bi welatên ereb re …
Bêtir »Iraq û Kurdistan ji bo enerjiyê hevkariyê dikin
Hukumeta Herêma Kurdistanê û Hukumeta Federal wê pêşniyazqanûna petrol û gazê amade bikin. Tê ragihandin, projeya hevpar a her du aliyan wê din ava 6 mehan de bê eşkerikirin. Herêma Kurdistanê û Iraq ji bo parvekirina çavkaniyên petrol û gazê nêzîkî peyman dest bi hevkariyê kirin. Detayên derbarê naveroka vê …
Bêtir »Fransa pêşî li projeya gazê ya Almanyayê girt
Daxwaza Almanyayê ya ji bo xeteke enerjiyê ya di navbera wê û Îspanyayê de rastî mixalefeta Parisê hat. Fransa, Îspanya û Portûgal ji bo projeyeke din a gazê ya bi navê BarMar li hev kirin. Krîza enerjiyê ya li nava Yekitiya Ewrûpayê welatên endam tîne pêşberî hev. Her welat hewl …
Bêtir »Ewrûpa krîza enerjiyê gotûbêj kir
Di civîna li Brukselê 27 lîderên welatên endam di warê tedbîrên li dijî krîzê de li hev kirin. Di civîna du rojan a li Brukselê mijareke din a sereke sabîtkirina buhayê gaza rûs bû. Lîderan vê meseleyê bi kûrahî gotûbêj kirin lê ji ber dijberiya hin welatan li hev nekirin. …
Bêtir »Peymana Tirkiye-Lîbyayê rastî reaksiyonan tê
Wezîrê Karên Derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias li Misrê bi hemkarê xwe Samîh Şukrî re civiya Her du wezîr bi daxuyaniyekê peymana dawî ya Tirkiye-Lîbyayê protesto kirin Peymana nû destûrê dide, Tirkiye di nava sînorên deryayî yên Lîbyayê de ji bo vedîtina petrol û gazê lêgerînan bike Polîtîkayên Tirkiyeyê yên …
Bêtir »Leyen: Binesaziya Ewrûpayê ne di ewlehiyê de ye
Parlemana Ewrûpayê Strasbourgê ji bo gotûbêja li ser enerjiyê civîna awarte li dar xist Von der Leyen ji bo parastina binesaziya enerjiyê hevkariya bi NATO û Amerîkayê re pêşniyar kir Seroka Komisyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen li ser teqînên di Nordstream 1 û 2 de li Parlemana Ewrûpayê axaftinek …
Bêtir »Scholz û Sanchez projeya Midcatê pêşniyaz kirin
Almanya ji bo çareyekê ji krîza xwe ya enerjiyê bibîne bi Îspanyayê hevkariya we pêş de dibe Şansolyeyê Almanyayê Olaf Scholz li Îspanyayê bi lîderê Îspanyayê Pedro Sanchez re hevdîtinekê pêk anî Meseleya sereke ya di hevdîtina Scholz û Sanchez de hate gotûbêjkirin projeya xeta gazê ya bi navê MidCat …
Bêtir »Protestoyên enerjiyê li Ewrûpayê belav dibin
Li Ewrûpayê protestoyên li dijî buhayê enerjiyê belav dibin Çalakiyên dawî li Awusturya û Almanyayê hatin lidarxistin Li Awusturyayê civak hêrsa xwe ya li hember buhayê enerjiyê bi çalakiyan îfade dike. Roja yekşemê welatiyên li vî bajarî di protestoyeke mezin de hatin cem hev. Di mîtînga piştî çalakiyê de, ambargoyên …
Bêtir »Prag vediguhere navendeke protestoyên enerjiyê
Ji ber buhayê zêde ya enerjiyê li Çekyayê protestoyek hate lidarxistin Di çalakiyê de îstîfaya hukumetê hate daxwazkirin Ji destpêka îlonê û vir ve li Meydana Wenceslas a li paytext Pragê protestoyên girseyî tên lidarxistin. Di çalakiyan de buhayê enerjiyê û hukumeta li ser kar wê tên şermezarkirin. Çalakiya dawî …
Bêtir »Almanya bi Abu Dabi re peymana LNG’ê îmze kir
Almanyaya hêviya xwe ji Rûsyayê birî ji bo enerjiyê li dora welatên ereb digere Serokwezîrê alman Scholz ji bo hevdîtinan berê xwe da Rojhilata Navîn Scholz di tûra xwe ya Kendava Îranê de bi Yekitiya Mîrektiya Ereb re peymaneke enerjiyê îmze kir Ambargoyên li dijî Rûsyayê di polîtîkaya derve ya …
Bêtir »Almanya şîrketa enerjiyê Uniperê dikire
Berlîn li pey hev şîrketên enerjiyê dikire û wan dike malên dewletê Ji vê armanc ev e, li nava Almanyayê pêşî li buhayê enerjiyê bê girtin Di çarçoveya vê polîtîkayê de şîrketa herî mezin a enerijyê Uniper hate kirîn Almanya ji bo bikaribe buhayê enerjiyê kontrol bike gavên radîkal davêje. …
Bêtir »Zaporijye deriyên xwe vekir
Ajansa Atomê ya Navneteweyî (IAEA) çû serdana Santrala Atomê Zaporijyayê Koma pisporan li santralê vekolînên xwe yên ewil bi dawî kirin Şandeya navneteweyî ya di bin rêvebiriya dîrektorê giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî Rafael Grossi de gihîştin Zaporijyayê. Koma ji gelek pisporan pêk tê, çawa gihîşt ciyê santrala …
Bêtir »Bruksel li ser reforma elektrîkê dixebite
Krîza enerjiyê li Ewrûpayê bandorê li buhayê elektrikê dike Yekîtiya Ewrûpayê li çareyan digere da ku buhayê zêde daxîne Li welatên Yekîtiya Ewrûpayê, ji ber kêmaniya enerjiyê, bihayê elektrîkê her bilind dibe. Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen Foruma Stratejîk a li Slovenyayê li ser vê mijarê axivî. Von …
Bêtir »Li Hamburgê çalakiya xwezaparêzan
Li Almanyayê welatî biryara hukumetê ya ji bo çavkaniyên enerjiyê protesto dikin Welatiyên xwezaparêz ji bi balê bikişînin ser mijarê li bakurê welêt meşiyan Reaksiyonên li dijî polîtîkaya enerjiyê ya hikumeta Alman li nava welêt zêde dibe. Hikumet ji bo pêdiviya bi gaza rûs kêm bike, plan dike gaza xwezayî …
Bêtir »Guterres: Şîrketên enerjiyê bêehlaq in
A.Rahman Çelîk Piştî şerê Ûkraynayê, buhayê gaz û petrolê li cîhanê zêde dibe Beriya çendekê, şîrketên petrolê ragihandin, buhabûn bi kêrî wan hatiye Guterres jî rabû şîrketan bi çavbirçîtiyê tometbar kir Sekreterê Giştî Yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di daxuyaniya çapemeniyê ya rapora Koma Têkoşîna Qeyrana Gerdûnî de gotinên balkêş …
Bêtir »Parlemena Ewrûpayê: Nukleer, enerjiya paqij e
Encamên şerê li Ûkraynayê polîtîkaya enerjiyê ya Ewrûpayê diguherîne Ewrûpa dev ji polîtîkaya xwe ya enerjiya paqij berdide û riya bikaranîna nukleerê vedike Ewrûpa dawiya dawî nukleerê kir bingeha polîtîkaya xwe ya enerjiyê Duh li Strasbourgê, di rûniştina Parlemena Ewrûpayê de wekîlên ewrûpî nukleer û gaza xwezayî wekî du çavkaniyên …
Bêtir »