Ewrûpa berê xwe da enerjiya bayê

Neh welatên Ewrûpayê ji bo gotûbêjên li ser mijara enejiyê li bajarê Ostende ê Belçîkayê civiyan.

Lîder û wezîrên Almanya, Fransa, Brîtanya, Belçîka, Hollanda, Denmark, Norwêc, Îrlanda û Luxemburgê tevlî civînê bûn.

Di civînê de rêûrêbazên hilberîna enerjiya bayê hate gotûbêjkirin û paşê aliyan li ser mijarê deklerasyoneke hevkariyê îmze kirin.

Ewrûpa ji bo çareserkirina krîza xwe ya enerjiyê di nava hewldanan de ye.

Neh welatên Ewrûpayê ji bo gotûbêjên li ser mijarê li bajarê Ostende ê Belçîkayê civiyan.

Taybetiya van welatan ev e, hemû jî li peravên Deryaya Bakur cî digirin.

Lîder û wezîrên Almanya, Fransa, Brîtanya, Belçîka, Hollanda, Denmark, Norwêc, Îrlanda û Luxemburgê tevlî civînê bûn.

Ligel şandeyên her welatî, gelek şîrketên enerjiyê jî tevlî civîna li Ostendeê bûn.

Di civînê de rêûrêbazên hilberîna enerjiya bayê hate gotûbêjkirin û paşê aliyan li ser mijarê deklerasyoneke hevkariyê îmze kirin.

Yekitiya Ewrûpayê plan dike, ji bo avakirina binesaziya enerjiyê ya Deryaya Bakur heta sala 2050’an 800 milyar Euro pere xerc bike.

Girîngiya Deryaya Bakur

Yekitiya Ewrûpayê dixwaze dike heta sala 2030’an 120 GW û sala 2050’an jî salane 300 GW enerjiya bayê bi dest bixe.

Deryaya Bakur parçeyeke Okyanûsa Atlantîkê ye û di navbera neh welatên Ewrûpayê de cî digire.

Ji ber zêdebûna bayê ev derya xwedî potansiyeleke mezin a enerjiya paqij e.

Di serî de Brîtanya, hin welatên Ewrûpî piraniya enerjiya xwe ya bayê bi riya trîbûnên bayê yên li ser vê deryayê bi dest dixin.

Deryaya Bakur di navbera 9 welatên Ewrûpayê de cî digire. Ev der ji aliyê potansiyela enerjiya bayê yek ciyê herî li pêş ê cîhanê ye. (Jêder: Wikipedia)

Bi riya tesîsên li vê deryayê, Brîtanya salane 14 GW (gigawat), Almanya 8 GW û Hollanda 2.8 GW enerjiyê bi dest dixe.

Yekitiya Ewrûpayê dixwaze dike heta sala 2030’an 120 GW û sala 2050’an jî salane 300 GW enerjiya bayê bi dest bixe.

Herwiha Hollanda ji bo pêdiviya xwe ya enerjiyê bi Brîtanyayê re projeya Deryayaya Bakur dimeşîne.

Di çarçoveya projeyê de wê di navbera Brîtanya û Hollandayê de di binê deryayê re qabloyeke enerjiyê bê kişandin.

Ew ê bi riya bê qabloyê salane 2 GW enerjî bigihîje Hollandayê û ev ê têra pêdiviyên enerjiyê yê 2 milyon kesan bike.

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …