Ewrûpa krîza enerjiyê gotûbêj kir

Di civîna li Brukselê 27 lîderên welatên endam di warê tedbîrên li dijî krîzê de li hev kirin.

Di civîna du rojan a li Brukselê mijareke din a sereke sabîtkirina buhayê gaza rûs bû.

Lîderan vê meseleyê bi kûrahî gotûbêj kirin lê ji ber dijberiya hin welatan li hev nekirin.

Civîna endamên Yekitiya Ewrûpayê ya ji bo têkoşîna bi krîza enerjiyê re bi dawî bû.

Di civîna li Brukselê 27 lîderên welatên endam di warê tedbîrên li dijî krîzê de li hev kirin.

Xebera konsensûsa lîderan vê înê serê sibehê ji aliyê serokê Konseya Ewrûpayê Charles Michel ve hate ragihandin.

Michel bi van gotinan qala naveroka biryara welatên Ewrûpayê kir:

Wekî welatên ewrûpî, ji bo pêkanîna van sê armancan biryardariyeke xurt û hevpar derket holê: kêmkirina buhayê enerjiyê, pêkanîna ewlekariya tedarîkê û xebata domdar a kêmkirina daxwazên ji bo enerjiyê.

Nîqaşên li ser buhayê gazê

Di civîna du rojan a li Brukselê mijareke din a sereke sabîtkirina buhayê gaza rûs bû.

Lîderan vê meseleyê bi kûrahî gotûbêj kirin lê ji ber dijberiya hin welatan li hev nekirin.

Di serî de Almanya û Fransa li dijî vê pêşniyazê helwestek nîşan dan û hin welatên din jî destekê dan vê helwestê.

Paris û Berlin di wê baweriyê de ne, biryara sabîtkirinê wê bibe sebeb Rûsya gaza dişîne Ewrûpayê li bazara Asyayê bifroşe.

Herî kêm 15 welatên endam ên Yekitiya Ewrûpayê dixwestin buhayê gazê bê sabîtkirin.

Îhtiraza Hûngaryayê

Hûngaryaya di meseleya Ûkraynayê de destekê polîtîkaya Ewrûpayê rexne dike, di meseleya buhayê gaza rûs de ligel Almanya û Fransayê cî girt.

Serokwezîrê Hûngaryayê Victor Orban vê sibehê diyar kir, ew ê tu biryarên Yekitiya Ewrûpayê yên ji bo sabîtkirina buhayê gazê qebûl nekin.

Orban got, Hûngarya bi Rûsyayê re peymaneke 15 salan a enerjiyê îmze kiriye û lewma jî ew ê vê peymanê betal nekin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …