Parlemena Ewrûpayê: Nukleer, enerjiya paqij e

Encamên şerê li Ûkraynayê polîtîkaya enerjiyê ya Ewrûpayê diguherîne

Ewrûpa dev ji polîtîkaya xwe ya enerjiya paqij berdide û riya bikaranîna nukleerê vedike

Ewrûpa dawiya dawî nukleerê kir bingeha polîtîkaya xwe ya enerjiyê

Duh li Strasbourgê, di rûniştina Parlemena Ewrûpayê de wekîlên ewrûpî nukleer û gaza xwezayî wekî du çavkaniyên enerjiya paqij qebûl kirin.

Beriya vê,  ji bo vê pêşniyaza di rojeva parlemenê de îhtirazek hate kirin lê piştî dengdanê ev hate redkirin.

Roberta Metsola. Seroka Parlemena Ewrûpayê di civînê de hate protestokirin.

Seroka Parlemena Ewrûpayê Roberta Metsola piştî diyarbûna encama dengdanê axivî û got, “êdî parlemen biryara 9’ê adara 2022’an ku derbarê nukleer û gazê de hatibû girtin, qebûl kiriye”.

Dema Metsola diaxivî komeke welatiyên civînê dişopandin bi slogana “hûn xayin in” biryara parlemenê protesto kirin.

Eger biryara parlemenê ji aliyê 20 welatên endam ve bê qebûlkirin wê bibe qanûneke giştî ya ji bo hemû Yekitiya Ewrûpayê.

Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen: Xwe ji bo bi tevahî qutbûna gaza rûs amade bikin.

Nîqaşa li ser gaza Rûsyayê

Di heman rojê de seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen jî bi daxuyaniyeke, ligel seroka Parlemena Ewrûpayê û serokwezîrê Komara Çek tevlî nîqaşên derbarê enerjiyê de bû.

Leyen di daxuyaniyê de qala senaryoyeke ku ji bo Yekitiya Ewrûpayê wekî xewnereşkê ye kir û got, divê ew ji bo bi tevahî qûtbûna gaza Rûsyayê xwe amade bikin.

Leyen wiha dirêjahî da gotinên xwe:

“Eger senaryoya herî xerab pêk were, divê em xwe amade bikin û wê demê divê Ewrûpa di meseleya bi tevahî qutbûna gaza Rûs de helwesteke kordînekirî nîşan bide. “

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …