Iraq û Kurdistan ji bo enerjiyê hevkariyê dikin

Hukumeta Herêma Kurdistanê û Hukumeta Federal wê pêşniyazqanûna petrol û gazê amade bikin.

Tê ragihandin, projeya hevpar a her du aliyan wê din ava 6 mehan de bê eşkerikirin.

Herêma Kurdistanê û Iraq ji bo parvekirina çavkaniyên petrol û gazê nêzîkî peyman dest bi hevkariyê kirin.

Detayên derbarê naveroka vê hevkariyê di bernameya hukumeta destnîşankirî yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de cî girtin.

Li gorî vê bernameyê, Hukumeta Herêma Kurdistanê û Hukumeta Federal wê pêşniyazqanûna petrol û gazê amade bikin.

Aliyekî din ê hevkariya her du hukumeta wê li ser diyarkirina butçeya Herêma Kurdistanê be.

Tê ragihandin, projeya hevpar a her du aliyan wê din ava 6 mehan de bê eşkerikirin.

Ji bo amadekirina pêşniyazqanûna derbarê mijarê de, wê bi beşdariya Hewlêr Bexdayê komîteyeke darayî û sotemeniyê bû amadekirin.

Dadgeha Federal a Iraqê bi biryarekê di meha sibatê de qanûna petrol û gazê ya Başûrê Kurdistanê betal kiribû.

Dadgehê di biryara xwe de diyar kiribû, mafê Herêma Kurdistanê tune ye petrolê bifroşe Tirkiyeyê.

Biryara Dadgeha Federal

Çavkaniyên petrol û gazê yên Başûrê Kurdistanê. Harîte xetên enerjiyê jî nîşan dide.

Dadgeha Federal a Iraqê bi biryarekê di meha sibatê de qanûna petrol û gazê ya Başûrê Kurdistanê betal kiribû.

Dadgehê di biryara xwe de diyar kiribû, mafê Herêma Kurdistanê tune ye petrolê bifroşe Tirkiyeyê

Rêvebiriya Hewlêrê bi salane bi şîrketên tirk re kontratan îmze dike û petrol û gaza Kurdistanê difiroşe Tirkiyeyê.

Rêvebiriya Hewlerê bi riya xeteke enerjiyê, rojane 150 hezar warîl petrol û gazê dişîne platforma Ceyhanê ya li Tirkiyeyê.

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Li Swîsreyê serîlêdanên penaxwazîyê zêde bûn

Di sibatê de 2,449 serîlêdanên ji bo penaberiyê li Swîsreyê hatine kirin. Welatîyên ji Afganistan, …