Zaporijye deriyên xwe vekir

Ajansa Atomê ya Navneteweyî (IAEA) çû serdana Santrala Atomê Zaporijyayê

Koma pisporan li santralê vekolînên xwe yên ewil bi dawî kirin

Şandeya navneteweyî ya di bin rêvebiriya dîrektorê giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî Rafael Grossi de gihîştin Zaporijyayê.

Koma ji gelek pisporan pêk tê, çawa gihîşt ciyê santrala nukleerê, dest bi vekolînan kir.

Komê ji derdorê bermahiyên bombeyên ketibûn nava qada santralê yek bi yek tespît kirin.

Piştî vekolîna berfireh şandeya navneteweyî wê derbarê rewşa ewlekariya santralê de raporekê amade bike.

Şefê ajansê Rafael Grossi, li santralê derbarê mîsyona serdanê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Grossi got, ew ê ji îro pê ve komeke ji Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî herwext li santralê bimîne.

Grossi wiha axivî: “Em niha vê serdana xwe ya santala nukleer Zaporojiyayê ku demeke dirêj e herkes li bende ye, bi dawî bikin. Me di çarçoveya tûra ewilî de li deverên krîtîk ên santralê vekolînê kir.”

Herwiha Grossi da zanîn, ew ê ji îro pê ve komeke ji Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî herwext li santralê bimîne.

Rûsya tometbar kir

Lêbelê dema serdana heyeta navneteweyî de jî aloziya di navbera Rûsya û Ûkraynayê ya li dora santralê berdewam kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov Ûkrayna  bi provakasyonê tometbar kir.

Konaşenkov got, leşkerên Ûkraynayê ji bo santralê kontrol bikin du caran êriş kirine û her du car jî hatine sekinandin.

Herwiha berdevkê Rûs îdîa kir, artêşa Ûkraynî ji bo şandeya ajansa atomê asteng bike, rêka diçe santralê topbaran kiriye.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …