Bruksel li ser reforma elektrîkê dixebite

Krîza enerjiyê li Ewrûpayê bandorê li buhayê elektrikê dike

Yekîtiya Ewrûpayê li çareyan digere da ku buhayê zêde daxîne

Li welatên Yekîtiya Ewrûpayê, ji ber kêmaniya enerjiyê, bihayê elektrîkê her bilind dibe.

Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen Foruma Stratejîk a li Slovenyayê li ser vê mijarê axivî.

Von der Leyen derbarê tedbîrên Brukselê hewl dide bigire hin agahî dan.

Seroka Komîsyona Ewrûpayê got, Yekîtiya Ewrûpayê li ser mekanîzmayên nû dixebite.

Bi gavên xwe yên nû wê yekitî di piyaseya elektrîkê de reformê pêk bîne.

Buhayê gazê

Li Ewrûpayê buhayê elektrîkê li gorî çavkaniyên ku jê hildibere tê diyarkirin.

Ji enerjiya nukleerê bigire heta gaza xwezayî, kîjan biha be, bihayê elektrîkê jî li gorî wê tê danîn.

Yek ji çavkaniyên hilberîna elektrîkê, gaza xwezayî ye.

Ji ber ku bihayê gazê bilind e, bihayê elektrîkê jî pê re bilind dibe.

Gaza Rûsyayê

Ewrûpa ji ber şerê Ûkraynayê hewl dide pêdiviya xwe ya ji bo gaza Rûsyayê kêm bike.

Li aliyekî din jî Rûsya ji ber ambargoyên li hemberê xwe, gaza difroşe Ewrûpayê gav bi gav kêm dike.

Ev jî dike ku buhayê gazê li welatên Ewrûpayê derkeve asta rekorê.

Leyen berî niha di daxuyaniyek xwe de gotibû ew ji bo bi tevahî qûtbûna gaza Rûsyayê xwe amade bikin.

Leyen wiha axivîbû:

“Eger senaryoya herî xerab pêk were, divê em xwe amade bikin û wê demê divê Ewrûpa di meseleya bi tevahî qutbûna gaza Rûs de helwesteke kordînekirî nîşan bide.“

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …