Protestoyên enerjiyê li Ewrûpayê belav dibin

Li Ewrûpayê protestoyên li dijî buhayê enerjiyê belav dibin

Çalakiyên dawî li Awusturya û Almanyayê hatin lidarxistin

Li Awusturyayê civak hêrsa xwe ya li hember buhayê enerjiyê bi çalakiyan îfade dike.

Roja yekşemê welatiyên li vî bajarî di protestoyeke mezin de hatin cem hev.

Di mîtînga piştî çalakiyê de, ambargoyên li dijî Rûsyayê hatin şermezarkirin.

Ji ber polîtîkaya li dijî Rûsyayê û encamên wê yên giran daxwaza îstifaya hukumetê hate kirin.

Ev ambargo ne tenê canê me dêşîne lê wekî guleyekî ye ku li ser dilê me ketî ye.

Yek ji organîzatorê çalakiyê Martin Rutter wiha axivî:

Ev ambargo ne tenê canê me dêşîne lê wekî guleyekî ye ku li ser dilê me ketî ye. Bi ambargoya gazê, wan li ligel gelek welatan li Almanya û Awusturyayê aboriyê hilweşand.

Yek ji çalakiyên din ên bi buhayê enerjiyê re eleqeder li eyaleta Saksonya ya li Almanyayê hate lidarxistin.

Di meşa li bajarê Zwickauyê de hukumeta federal a Berlînê hate protestokirin.

Di çalakiyê de bi sloganan NATO û polîtîkaya li dijî Rûsyayê jî hatin protetoskirin.

 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …