Li Almanyayê welatî biryara hukumetê ya ji bo çavkaniyên enerjiyê protesto dikin
Welatiyên xwezaparêz ji bi balê bikişînin ser mijarê li bakurê welêt meşiyan
Reaksiyonên li dijî polîtîkaya enerjiyê ya hikumeta Alman li nava welêt zêde dibe.
Hikumet ji bo pêdiviya bi gaza rûs kêm bike, plan dike gaza xwezayî ya ron û komirê bi kar bîne.
Bi vê biryarê, Almanya ji plana xwe ya enerjiya paqij dûr dikeve.
Lewma jî aktîvîstên parastina avhewayê bi çalakiyên xwe vê rewşê protesto dikin.
“Beriya cîhanê xera bike, kapîtalîzmê bikujin”
Ciyê çalakiya dawî bajarê Hamburgê yê li bakurê welêt bû.
Girseyeke mezin a aktîvîstan bi meşa xwe biryarên dawî yên hikumetê protesto kirin.
Di meşê de pankarta “beriya ku cîhanê bikuje, kapîtalîzmê bikuje” herî zêde balê kişand ser xwe.