Guterres: Şîrketên enerjiyê bêehlaq in

A.Rahman Çelîk

Piştî şerê Ûkraynayê, buhayê gaz û petrolê li cîhanê zêde dibe

Beriya çendekê, şîrketên petrolê ragihandin, buhabûn bi kêrî wan hatiye

Guterres jî rabû şîrketan bi çavbirçîtiyê tometbar kir

Sekreterê Giştî Yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di daxuyaniya çapemeniyê ya rapora Koma Têkoşîna Qeyrana Gerdûnî de gotinên balkêş kirin.

Guterres got, xwediyên şîrketên petrol û gazê di krîza enerjiyê de, ji ser pişta feqîran kareke rekor kirine.

Lewma jî Guterres şîrketan bi bêehlaqiyê tometbar kir.

Şefê Neteweyên Yekbûyî bang li hikûmetan jî kir ku bacê bavêjin ser kara bilind a van şîrketan.

Guterres pêşniyaz kir bi van bacan fon bên damezrandin û ev fon têkevin bin xizmeta mirovên ji parastinê bêpar.

Li aliyekî din, Guterres xwest ku ji çaraliyê cîhanê mirov peyaman bişînin xwediyên şîrketên gazê enerjiyê û ji bo çavbirçîbûna wan ew şermezar bikin.

Biryara Brîtanyayê

Beriya banga Guterres gavek bi vî rengî ji Brîtanyayê hatibû.

Meha borî, Brîtanyayê ji baca fîrmayên enerjiye 25 ji %  zêde kiribû.

Bi vî gavî hukumeta Londonê dixwaze 25 milyar Sterlin berhev bike û vî pereyî, ji bo dayina fatûreyên gel ên enerjiyê bi kar bîne.

Îtalya û hin welatên din jî, ketibûn nava hewldanên bi vî rengî.

Lê siyaseta Fransayê gaveke bi rengî red kiribûn.

Çar fîrmayên mezin ên enerjiyê –Exxon, Chevron, Shell û Total– di krîza dawî de 51 milyar dolar kar kirin.

51 milyar dolar kar

4 şîrketên herî mezin ên enerjiyê yên cîhanê

Hêjayî gotinê ye, şîrketa petrolê BP, çendek berê kara xwe ya 14 salan aşkere kiribû.

Shellê jî dabû xuyakirin, mehên Nîsan- Hezîranê di asta rekorê de kar bi dest xistine.

Hatibû ragihandin, çar fîrmayên mezin ên enerjiyê –Exxon, Chevron, Shell û Total Energîes – di krîza dawî de 51 milyar dolar kar kirine.

Ev jî dibe du qat kara zêde yê heman meha sala borî.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …