Hakan Fidan ji bo PKK’ê û petrolê çû Bexdayê

Wezîrê Karên Derve yê Turkiyeyê Hakan Fidan ji bo hevdîtinan çû Bexdayê.

Krîza bazirganiya petrolê û şerê PKK’ê du nuqteyên sereke yên vê hevdîtinê ye.

Di her du meseleyan de jî Iraq û Tirkeyeyê xwedî pozîsyonên cuda ne.

Iraq dixwaze serdestiya xwe di nava sînorên xwe yên siyasî de pêk bîne û bazirganiya petrola Kurdistana Başûr têxe bin kontrola xwe.

Dewleta Tirk di şerê li dijî PKK’ê de rojane sînorên Iraqê îhlal dike.

Ji ber êrişên topan, balafir û dronan zirareke mezin digihîje Başûrê Kurdistanê ku herêmeke federal a Iraqê ye.

Ji bilî vê, artêşa Tirk bi hebûna bi dehan baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê rasterast serweriya siyasî ya Iraqê binpê dike.

Hakan Fidan di vê hevdîtinê de ji Iraqê dixwaze PKK’ê wekî terorîst qebûl bike.

Yek ji meseleya din a esasî ya di navbera her du aliyan de meseleya firotina petrola Kurdistanê ye.

Iraq ji mêj ve ye li hemberê bazirganiya petrolê ya di navbera Tirkiye-Başûrê Kurdistanê de helwest nîşan dide.

Dadgeha Federal a Iraqê di Sibatê de qanûna petrol û gazê ya Başûrê Kurdistanê betal kiribû.

Dadgehê diyar kiribû, mafê Herêma Kurdistanê tune ye bêyî destûra Iraqê petrolê bifroşe Tirkiyeyê

Rêvebiriya Hewlêrê bi şîrketên Tirk re kontratan îmze dikir û rojane 150 hezar warîl petrol û gazê difirot Tirkiyeyê.

ICC ceza da Tirkiyeyê

ICC bazirganiya petrolê ya di navbera Tirkiye-Başûrê Kurdistanê de derveyî qanûnî qebûl kiribû û 1,5 milyar Dolar ceza li dewleta Tirk birîbû.

Bi dûv vê biryarê re, Tirkiye xeta petrolê ya di navbera Başûrê Kurdistanê û Ceyhanê de qut kiribû.

Paşê jî Saziya Bazirganiyê ya Navneteweyî (ICC) li ser serîlêdana Iraqê Tirkeyeyê mehkûm kiribû.

ICC bazirganiya petrolê ya di navbera Tirkiye-Başûrê Kurdistanê de derveyî qanûnî qebûl kiribû û 1,5 milyar Dolar ceza li dewleta Tirk birîbû.

Bi dûv vê biryarê re, Tirkiye xeta petrolê ya di navbera Başûrê Kurdistanê û Ceyhanê de qut kiribû.

Yekemîn daxwaza dewleta Tirk ev e, Iraq tezmînata ICC diyar kiriye jê nexwaze.

Iraq dosyeyeke din amade dike 

Li aliyekî din, Iraq xwe amade dike derbarê bazirganiya petrolê ya piştî 2018’yan ya di navbera Enqere-Hewlerê de jî dosyeyekê radestî ICC’yê bike.

Li aliyekî din, Iraq xwe amade dike derbarê bazirganiya petrolê ya piştî 2018’yan ya di navbera Enqere-Hewlerê de jî dosyeyekê radestî ICC’yê bike.

Xeta enerjiyê ya di navbera Kurdistana Başûr û Tirkiyeyê de. Beriya dewleta Tirk vê xetê qut bike, rojane 150 hezar warîl petrol-gaza Kurdistanê di vê xetê re digihîşt Ceyhanê. /Çavkanî: Researchgate

Tirkiye ji vê serîlêdana duyemîn jî gelek aciz e û ji Bexdayê dixwaze paş de gav bavêje.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fidan di hevdîtinên xwe yên li Bexdayê dixwaze di van her meseleyan de bi Iraqê re çareseriyekê bibîne.

Lê ji niha ve nayê zanîn ka çiqas şensê Tirkiyeyê heye ku di van meseleyan de bi Iraqê re li hev bike.

Fotoyê bergê: Daxuyaniya çapemeniyê ya Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên û hemkarê wî Hakan Fidan / Çavkanî: Ronahi.tv

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …