Îsraîl û Libnan peymana sînorên deryayî îmze kirin

Peymana sînorên deryayî, rasterast bi saya dîplomasiya Amerîka ya Îsraîl û Libnanê re pêk hat.

Her du welat di çarçoveya peymanê de deverek bi qasî 860 km² li hev parve dikin.

Îsraîla heta niha li Rojhilata Navîn di bin dorpêçeke dîplomatk de bû, yek bi yek bi welatên ereb re li hev tê.

Piştî peymanên ni Yekitiya Mîrektiya Ereb, Behreyn û Marokê re, Îsraîl vê carê di meseleya sînorên deryayî de bi Libnanê re li hev kir.

Her du welat duh peymaneke ku dawî li aloziyê tîne îmze kirin.

Peymana dawî rasterast bi saya dîplomasiya Amerîka ya Îsraîl û Libnanê re pêk hat.

Nûnerê Amerîkayê Amos Hochstein ji bo peymanê çû serdana her du welatan û lîderan re civînan li dar xist.

Paşê serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid û serokê Libnanê Michel Aoun bêyî ku werin cem hev peymanê îmze kirin.

Lîderê Îsraîlê Lapid paşê derbarê girîngiya peymanê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Lapid wiha axivî:

Ev, peymaneke dîrokî ye û ewlekarî û aboriya Îsraîlê xurtir dike. Herwiha wê îstikrarê bîne herêmê. Ev yek aliyê herî girîng ê peymanê ye.

Herwiha, serokwezîrê Îsraîlê da zanîn, piştî vê gava dîplomatîk wê Îsraîl bibe yek ji çavkaniya gazê ji bo Ewrûpayê.

 Îsraîlê mafê bikaranîna Libnanê ya li ser qada gazê Qanayê naskir.

Ev jî destûrê dide Libnan li vê deverê hilberîna gazê bike.

Naveroka peymanê

Bi vê peymanê Îsraîl û Libnan dawî li aloziya sînorên deryayî k udi 2012’an de dest pê kiribû, tînin.

Nûnerê Amerîkayê Amos Hochstein û serokê Libnanê Michel Aoun. Amerîka ji bo vê peymanê navbeynkariyê kir.

Her du welat di çarçoveya peymanê de deverek bi qasî 860 km² li hev parve dikin.

Li gorî vê, Îsraîl qada gazê Karişê û bi tevahî digire bin kontrola xwe.

Lêbelê ligel Îsraîlê mafê Libnanê ya ji bo bikaranîna qada gazê Qanayê naskir.

Ev jî wê destûrê bide Libnan li vê deverê xebata hilberîna gazê bike.

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …