Prag vediguhere navendeke protestoyên enerjiyê

Ji ber buhayê zêde ya enerjiyê li Çekyayê protestoyek hate lidarxistin

Di çalakiyê de îstîfaya hukumetê hate daxwazkirin

Ji destpêka îlonê û vir ve li Meydana Wenceslas a li paytext Pragê protestoyên girseyî tên lidarxistin.

Di çalakiyan de buhayê enerjiyê û hukumeta li ser kar wê tên şermezarkirin.

Çalakiya dawî ya li Pragê di derbarê heman mijarê de bû.

Bi dehezaran welatên herikîn Wenceslasê, zêdebûna buhayê fatoreyên gaz û elektrîkê protesto kirin.

Çalakiya girseyî ji aliyê koma bi navê Ewil Komara Çek ve hate lidarxistin.

Ev kom daxwaz dike Çekya ji NATO’yê veqete û ambargoyên li dijî Rûsyayê bên betalkirin.

Welatiyên Çek alên neteweyî li ba kirin û daxwaza îstifaya serokwezîr Petr Fiala kirin.

Çalakiya girseyî ji aliyê koma bi navê Ewil Komara Çek ve hate lidarxistin.

Ev kom daxwaz dike Çekya ji NATO’yê veqete û ambargoyên li dijî Rûsyayê bên betalkirin.

Di 3’ê îlonê de li Pragê li dijî polîtîkayên hukumetê çalakiyek mezin hatibû lidarxistin.

Li derdora 70 hezar welatiyên Çek tevlî vê çalakiyê bûbûn.

Petr Fiala ji 2021’an û vir ve Serokwezîrê Çekyayê ye.

Buhayê Elektrîkê

Îsal li Çekyayê buhayê elektrîkê du qat zêde bû. Ji ber vê zêdebûnê 10 an 15 ji % welatiyan ketin rewşeke gelek dijwar.

Hukumeta rastgir Petr Fiala ji bo pêşîgirtina aciziyên civakê, vê mehê hin tedbîrên nû ragihandin.

Tedbîrên hukumetê ji alîkariya fînansî ya ji bo şîrketan û sabîtkirina buhayê enerjiyê ya ji bo welatiyan pêk tê.

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …