Almanya bi Abu Dabi re peymana LNG’ê îmze kir

Almanyaya hêviya xwe ji Rûsyayê birî ji bo enerjiyê li dora welatên ereb digere

Serokwezîrê alman Scholz ji bo hevdîtinan berê xwe da Rojhilata Navîn

Scholz di tûra xwe ya Kendava Îranê de bi Yekitiya Mîrektiya Ereb re peymaneke enerjiyê îmze kir

Ambargoyên li dijî Rûsyayê di polîtîkaya derve ya Almanyayê de dibe sebeba guherînan.

Berlina berê xwe zêde nêzîkî Rojhilata Navîn nedikir, niha li pey dostaniya welatên Kendavê ye.

Şansolyeyê Almanyayê Olaf Scholz ji bo bazirganiya enerjiyê berê xwe da vê herêmê.

Rawestgeha ewil a Scholz Erebistana Siûdî bû.

Scholz bi Prensê Mîrasgir ê Siûdî Mihemmed bîn Selman re li Cîdeyê hevdîtinekê kir.

Paşê lîderê Almanyayê derbasî Yekitiya Mîrektiya Ereb bû û li wir bi Şêx Mihemed bîn Zayed el Nahyan re civiya.

Geşta Scholz a ji bo Kendava Îranê li paytexta Qeter Dohayê bi dawî bû.

Lîderê alman li vir ji aliyê mîrê Qeterê Tamîm bîn Hamad el Tanî ve hate pêşwazîkirin.

Peymana Almanya-Mîrektiya Ereb

Olaf Scholz di dema serdana xwe ya Mîrektiya Ereb de bi lîderê vî welatî Zayed El-Nahyan re peymaneke enerjiyê îmze kir.

Bi vê peymanê wê Mîrektiya Ereb wê gaza hatiye ronkirin (LNG) bifroşe Almanyayê.

Partiya ewil a LNG’ê wê di dawiya sala 2022’an de bigihîje Almanyayê.

Di çarçoveya peymanê de wê ji 2023’an û pê ve mehane 250,000 ton dîzel bigihîje ber destên Almanyayê.

Bazara bi Qeterê re

Scholz di dema serdana xwe ya Doha’yê de bi Qeterê re jî ji bo peymaneke enerjiyê gotûbêjek kir.

Tankereke LNG (gaza hatiye ronkirin) lê hatiye barkirin

Lê digel daxwaza Almanyayê Qeter hinek xwe giran kir û lewma her du alî li hev nekirin.

Tê ragihandin her du alî li ser dirêjahiya peymanê li hev nekirine.

Qeter bi taybetî di mijara hilberîna LNG ‘ê de piştî Awustralyayê li cîhanê welatê duyemîn e .

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …