Moldova EU

Bruksel 200 milyon euro dide Moldovayê

Yekitiya Ewrûpayê ji bo pêdiyên wê yên enerjiyê 200 milyon euro dide Moldovayê.

100 milyon dolar ji vî pereyî wê wekî deyn be û yê mayî wê wekî alîkariyê be.

Bruksel wê 50 milyon euro jî li ser navê alîkariya ji bo butçeyê bide Moldovayê.

Serokê Komîsyona Ewrûpayê Ursula vob der Leyene ji bo serdanê duh li Moldovayê bû.

Leyen li payteyt Kîşînovê bi seroka Moldovayê Maia Sandu re hevdîtinek li dar xist.

Lîdera ewrûpî di hevdîtinê de soza alîkariyê da Moldovayê.

Leyen got, Yekitiya Ewrûpayê ji bo pêdiyên wê yên enerjiyê wê 200 milyon euro bide Moldovayê.

100 milyon dolar ji vî pereyî wê wekî deyn be û yê mayî wê wekî alîkariyê be.

Ji bilî vê, Bruksel wê 50 milyon euro li ser navê alîkariya ji bo butçeyê bide Moldovayê.

Ev pereyên soza wan hate dayîn heta serê sala 2023’an wê têkeve destên Moldovayê.

Hêjayî gotinê ye, Moldova di demên dawî de bi krîzeke giran ê enerjiyê re rû bir û ye.

Şîrketa Gazprom a Rûsyayê di demên dawî de 50 ji % gaza dişand Moldovayê kêm kir.

Ev jî li welêt bû sebeba buhabûna gazê û pê re jî xerabûna mercên debarê.

Ji ber vê jî di nava civakê de bêaramî her ku diçe belav dibe.

Hêjayî gotinê ye, Moldova di demên dawî de bi krîzeke giran ê enerjiyê re rû bir û ye.

Şîrketa Gazprom a Rûsyayê di demên dawî de 50 ji % gaza dişand Moldovayê kêm kir.

Çalakiya li dijî hevdîtinê

Dema hevdîtin pêk dihat, li paytext Kîşînovê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin.

Welatiyên moldovî hatin ber qesra serokatiyê ku tê de Leyen û Sandu civiyan.

Di çalakiyê de polîtîkaya enerjiyê ya rêvebiriya Moldovayê hate protestokirin.

Li paytext Kîşînovê bi armanca îstifaya hukumeta Maia Sandu bi mehane protestoyên girseyî tên lidarxistin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …