Leyen: Binesaziya Ewrûpayê ne di ewlehiyê de ye

Parlemana Ewrûpayê Strasbourgê ji bo gotûbêja li ser enerjiyê civîna awarte li dar xist

Von der Leyen ji bo parastina binesaziya enerjiyê hevkariya bi NATO û Amerîkayê re pêşniyar kir

Seroka Komisyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen li ser teqînên di Nordstream 1 û 2 de li Parlemana Ewrûpayê axaftinek kir.

Leyen got, “Sabotajên li hemberê her du xetên Nord Streamê nîşan dide, binesaziya me ya enerjiyê çiqasî ne di ewlehiyê de ye. Armanca van kiryaran xerakirina binesaziya Yekîtiya Ewrûpayê ye. Ji bo berjewendiya hemû ewrûpiyan, divê em vê binesaziyê baştir biparêzin.”

Von der Leyen ji bo ewlehiya binesaziya enerjiyê ev xal pêşniyaz kirin:

1- Divê hemû binesazî di “testên saxlembûnê” re derbas bibin.

Deverên Nord Streamê ku teqîn lê pêk hatin.

2- Ji bo tehdîtên potansiyel werin tespîtkirin qabiliyeta çavdêriyê were xurtkirin.

3- Hevkariya bi NATO û Amerîkayê re were zêdekirin.

Çend roj berê hatibû ragihandin, li 3 nuqteyên cuda yên xetên Nord Stream 1 û 2, gaz ji lûleyan diçe.

Almanya, Denmark û Yekîtiya Ewrûpayê bi daxuyaniyan cuda îşaret bi sabotajê kiribûn.

Paşê hem Yekîtiya Ewrûpayê û hem jî Rûsyayê hevûdu bi sabotaja her du xetên gazê tawanbar kiribûn.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …