Îtalya li dûv petrola Kurdistanê ye

Îtalya ji ber çavkaniyên wê yên enerjiyê bi Kurdistanê re eleqeder dibe.

Îtalya bi serdana Giorgia Meloni dixwaze têkeve vê bazara Kurdistan û Iraqê bi şîrketên din re reqabetê bike.

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni roja înê ji bo serdanekê çû Başûrê Kurdistanê.

Meloni di serdana xwe ya surprîz de ji aliyê serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Iraqê Mesrûr Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

​​​​​​Lîdera rastgir a Îtalyayê, piştî hevdîtina bi Mesrûr Barzanî re bi serokê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re hevdîtinekê kir.

Di civînan de bi taybetî pêşxistina hevkariya Îtalya-Kurdistanê hate gotûbêjkirin.

Meloni got, Îtalya amade ye di hemû qadan de alîkariya hukumeta Kurdistanê bike.

Pêşxistina hilberîna çandiniyê ya Kurdistanê û firotina berheman di bazarên Ewrûpayê de mijareke din a hevdîtinê bû.

Meloni di parvekirina xwe ya piştî hevdîtinê de wiha nivisî: “Em ê desteka xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê bidomînin.”

Meseleya esas enerjî ye

Lêbelê digel daxuyaniyên protokolê bi vî rengî bin jî, meseleya esasî ya Îtalyayê eleqeder dike çavkaniyên enerjiyê yên Kurdistanê û Iraqê ne.

Ji xwe piştî Hewlêrê, Meloni çû Bexdayê û bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtinekê kir.

Sudanî got, “Iraq amade ye petrol û gaza Îtalya pêdiviyê pê dibîne bifroşe vî welatî.”

Iraq rojane 3.3 bermîl (warîl) petrolê hildiberîne û tevlî Kurdistanê hilberîna giştî li derdora 5 milyon bermîlî ye.

Iraq niha dixwaze hilberîna petrolê rojane bike 7 milyon bermîlî û bi vî awayî para xwe ya di bazara cîhanê de mezintir bike.

Iraq rojane 3.3 bermîl (warîl) petrolê hildiberîne û tevlî Kurdistanê hilberîna giştî li derdora 5 milyon bermîlî ye.

Iraq niha dixwaze hilberîna petrolê rojane bike 7 milyon bermîlî û bi vî awayî para xwe ya di bazara cîhanê de mezintir bike.

Herwiha Iraq dixwaze gaza xwezayî ku hildiberîne ji bo pêdiviyên nava welat jî bi kar bîne.

Ji bo vê pêdiviya wê bi parzûngehên pêwîst hene û di vê nuqteyê de Îtalya dixwaze rolekê bigire.

Niha bazara petrol û gazê ya Iraqê di destên şîrketên amerîkî, brîtanî û fransî de ye.

Îtalya bi serdana Giorgia Meloni dixwaze gav bi gav têkeve vê bazarê û bi şîrketên din re reqabetê bike.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …