Almanya şîrketa enerjiyê Uniperê dikire

Berlîn li pey hev şîrketên enerjiyê dikire û wan dike malên dewletê

Ji vê armanc ev e, li nava Almanyayê pêşî li buhayê enerjiyê bê girtin

Di çarçoveya vê polîtîkayê de şîrketa herî mezin a enerijyê Uniper hate kirîn

Almanya ji bo bikaribe buhayê enerjiyê kontrol bike gavên radîkal davêje.

Hukumeta Scholz bi vê armancê şîrketên mezin ên enerjiyê dikire û wan dike malê gelemperî.

Robert Habeck (Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Aboriyê yê Almanyayê)

Daxuyaniyeke dawî ya derbarê vê mijarê de ji aliyê Wezîrê Aboriyê yê Almanyayê Robert Habeck ve hate dayîn.

Habeck ragihand, hukumeta Berlînê biryar girtiye şîrketa herî mezin a enerjiyê Uniperê bikire.

23 milyar dolar 

Li gorî planê, hukumet ji bo bikaribe Uniperê bikire wê 23 milyar dolar pere bişîne hesabê şîrketê.

Li gorî planê, hukumet piştî Uniperê kontrol bike, wê bi qasî 8 milyar euro pere bişîne hesabê vê şîrketê.

Bi vê gavê Almanya hewl dide buhayê enerjiyê ku her diçe zêde dibe kontrol bike.

Tê ragihandin, şîrketa navborî ji ber ambargoyên li dijî Rûsyayê di mehên dawî de bi milyaran ewro pere winda kiriye.

Rosneft Deutschland

Hefteya borî jî şansolyeyê Alman Olaf Scholz diyar kiribû, hukumeta wî şîrketa Rosneft Deutschlandê kiriye.

Scholz, Rûsyayê di warê bazirganiya enerjiyê de wekî “welatekî bawerî pê nayê” pênase kiribû û vê jî wekî sebeba biryara xwe eşkere kiribû.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …