Peymana Tirkiye-Lîbyayê rastî reaksiyonan tê

Wezîrê Karên Derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias li Misrê bi hemkarê xwe Samîh Şukrî re civiya

Her du wezîr bi daxuyaniyekê peymana dawî ya Tirkiye-Lîbyayê protesto kirin

Peymana nû destûrê dide, Tirkiye di nava sînorên deryayî yên Lîbyayê de ji bo vedîtina petrol û gazê lêgerînan bike

Polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Deryaya Spî, dibe sebeb Misir û Yûnanistan hevkariya xwe xurtir bikin.

Ji ber peymana dawî ya Tirkiye û Lîbyayê Atîna û Kahîre ketin nava hereketê.

Wezîrê Karên Derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias çû Misrê û bi hemkarê xwe Samîh Şukrî re civiya.

Piştî hevdîtina li paytext Kahîreyê, her du wezîr daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Nikos Dendias di axaftina xwe de peymana Tirkiye-Lîbyayê wekî kiryareke xerakirina aramiya li  herêmê pênase kir û got, “tu mafê hukumeta demî ya Lîbyayê tune ye peymanên navneteweyî îmze bike.”

Dendias: “Divê Neteweyên Yekbûyî û Sekreterê Giştî yê vê rêxistinê li ser meşrûiyeta hukumeta Lîbyayê biryarê bide û van kiryaran qebûl neke.”

Wezîrê Misrê Samîh Şukrî jî gotinên Dendias piştrast kir û wiha axivî:

“Divê Neteweyên Yekbûyî û Sekreterê Giştî yê vê rêxistinê li ser meşrûiyeta hukumeta Lîbyayê biryarê bide û van kiryaran qebûl neke.”

Wezîrên Karên Derve yên Tirkiye û Lîbyayê di 3’ê cotmehê de li Trablûsê civînek lidarxistibûn.

Di daxuyaniya piştî civînê de aliyan ragihandibûn, wan li ser çavkaniyên enerjiyê yên Deryaya Spî peymaneke din îmze kirine.

Peymana Tirkiye-Lîbyayê

Peymana nû destûrê dide, Tirkiye di nava sînorên deryayî yên Lîbyayê de ji bo vedîtina petrol û gazê lêgerînan bike.

Tirkiye û Lîbya bi peymanekê sînorên xwe yên deryayî gîhandibûn hevûdû.

Tirkiye hukumeta Trablûsê ya li Lîbya yê cara ewil di 2019’an de bi peymanekê sînorên xwe yên deryayî diyar kiribûn.

Bi vê peymanê sînorên deryayî yên her du welatan li rojhilatê Derya Spî gihîştibûn hev.

Ev jî di serî de ji aliyê Yûnanistan û welatên din ên li herêmê û herwiha Yekitiya Ewrûpayê nehatibû qebûlkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Konseya Cornwallê: Zimanê kernewek biparêzin

Konseya Cornwallê di 10. salvegera naskirina ziman a di bin Peymana Çarçove ya Parastina Kêmarên …