Polîtîka

Ev kategorî derbarê polîtîkaya neteweyî û navneteweyî de ye.

The Economist: Îsraîl û Tirkîye reqîbên hev in

The Economistê li ser ragêşîya Îsraîl û Tirkîyeyê gotarekê weşand. Kovar dibêje, “Tirkiye û Îsraîl li Sûriyê dibin reqîbên kuştina hev.” Kovara The Economistê ya brîtanî li ser mijara ragêşîya Tirkiye û Îsraîlê bi sernavê “Tirkiye û Îsraîl Li Sûriyê Dibin Reqîbên Kuştina Hev” gotarek weşand. Li gorî analîzê, pêşdeçûnên …

Bêtir »

Ewrûpa ji bo şerê bazirganîyê bê biryar e

Komîsyona Ewrûpayê ji bo şerê bazirganîyê Amûra Sekinandina Zordarîyê amade kir. Lêbelê ji ber mixalefeta hin welatan komîsyonê nikare vê derfetê li hemberê Amerîkayê bi kar bîne. Îtalya û Îrlanda fikar dikin, wê şerê bazirganîyê yê bi Amerîkayê re zirareke mezin bide aborîya wan. Yekitîya Ewrûpayê (YE) nîqaşa li ser …

Bêtir »

Îsraîl baregehên Sûrîyeyê bombebaran kirin

A.Rahman Çelîk  Balafirên şer ên Îsraîlê li Sûriyeyê êrîşên hewayî pêk anîn. Li paytext Şam, Hums û Hemayê li hedefan xistin. Di êrişên Îsraîlê yên li hemberê Xezayê jî 56 kes hatin kuştin. Balafirên şer ên Îsraîlê li gelek deverên Sûriyê êrîşên hewayî pêk anîn. Balafiran paytext Şam, bajarên Hums …

Bêtir »

Tetbîqatên mezin li Ewrûpa û Pasîfîkê dest pê kirin

A. Rahman Çelîk  Rageşiya di nava hêzên cîhanê de dibe sedema tetbîqatên leşkerî. Li parzemînên Ewrûpa û Asyayê tetbîqatên mezin tên lidarxistin. Li Deryaya Reş NATO û li nêzîka Taywanê Çîn tetbîqatê li dar dixin. 12 welatên NATOyê li ser Çemê Tunayê û peravên Deryaya Reş ên Romanyayê dest bi …

Bêtir »

Amerîka û Ewrûpa Tirkîyeyê hişyar kirin

A. Rahman Çelîk Mudaxeleyên çalakiyên protestoyên li pêyî girtina Şaredarê Stenbolê Îmamoglû rastî reaksiyonên navneteweyî tê. Brîtanya û Fransayê hişyariya demokrasiyê dan, Amerîkayê îşaretê bi bêîstikrariya Tirkiyeyê kir. Brîtanya û Fransayê di der barê girtina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û mudaxeleyên çalakiyên protestoyê bertek nîşanî desthilata Tirkiyê dan. Herdu welatan …

Bêtir »

Konferansa EUTCCyê li Brukselê dest pê kir

Konferansa Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewrûpayê (EUTCC) li Brukselê dest pê kir. Di roja ewil a konferansê de gelek beşdarên naskirî li ser meseleya kurd dîtinên xwe îfade kirin. Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewrûpayê (EUTCC) ji konferanseke din re malovanîyê kir. Konferans di 26-27ê adarê de li Parlamentoya …

Bêtir »

Rûsya û Ukrayna ji bo bazirganîya deryayî li hev kirin

Rûsya û Ukrayna li ser agirbesteke dorteng li hev kirin. Bi agirbestê, pêşîya bazirganîya bi rêya deryayê tê vekirin û êrîşên li hember binesazîya enerjîyê tê rawestandin. Amerîka û Rûsyayê li paytext Riyada Erebistana Siûdî ji bo Ûkraynayê hevdîtin pêk anîn. Bi agirbestê, pêşîya bazirganîya bi rêya deryayê tê vekirin …

Bêtir »

Ewrûpa reaksîyon nîşanî Tirkîyeyê da

Konseya Ewrûpayê girtina Şaredarê Stenbolê wekî “êrîşa li hemberê demokrasiyê” pênase kir. Almanyayê got, girtina Şaredarê Stenbolê nayê qebûlkirin û ew vê kiryarê bi fikar dişopîne. Rojnameya Le Soirê nivîsî, “Tirkîye hevalbendekî ne-lîberal e” û polîtîkaya Yekitîya Ewrûpayê rexne kir. Nerazîbûnên li dijî girtina Şaredarê Stenbolê Îmamoglu li cîhanê berfireh …

Bêtir »

Amerîka navbeynkarîya Rûsya û Ukraynayê kir

Li Erebistana Siûdî hevdîtinên muzakereyên agirbesta Ukraynayê hebûn. Heyeta Amerîkayê hem bi Ukraynayê û hem jî bi Rûsyayê re hevdîtin pêk anî. Muzakereyên agirbesta Ukraynayê, dawiya hefteyê li paytext Riyada Erebistana Siûdî dewam kirin. Heyeta Amerîkayê di heman wextê de bi heyetên Ukrayna û Rûsyayê re hevdîtin pêk anîn. Washington …

Bêtir »

Komploya mezin a li hember Şaredarê Stenbolê

Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu vê sibehê hat binçavkirin. Sebeba operasyona li hemberê şaredarê CHPê, wekî “gendelî” û “têkiliyên bi terorê” re hat nîşandan. Dewletê xebata platformên dijîtal ên wekî X, YouTube, Instagram û TikTok ya li nava sînorên Tirkîyeyê sekinand. Tirkîyeya di bin rêveberîya Erdogan de êrişên …

Bêtir »

Çima Îsraîl agirbestê xera kir?

Serokê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, ji bo vê êrişê dîlên di destên Hamasê de sebeb nîşan da. Lêbelê sebebên esasî yên xerakirina peymana agirbestê desteka Amerîkayê, koalîsyona şerxwaz a hikumeta Îsraîlê û doza gendelîyê ya Netanyahu ye. Aramîya li Xezaya wêran piştî du mehan careke din xera bû. Îsraîlê vê sibehê …

Bêtir »