Serokwezîrê Iraqê bi lîderê HTŞê re hevdîtin kir

Qeterê navbeynkarî kir, Serokwezîrê Iraqê Mûhemmed Sûdanî û serokê rêveberiya demkî ya HTŞê Ahmed Şara hatin gel hev.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Sûdanî û serokê rêveberiya demkî ya Sûriyê Ahmed Şara, li Qeterê hevdîtin pêk anîn.

Civîna ku bi navbeynkarî û beşdarîya serokê Qeterê Şêx Temîm bîn Hemed El Sanî jî beşdarî kir.

Rojeva civînê wekî bûyerên ku li Rojhilata Navîn diqewimin û Iraq û Sûriye jî girtine nav xwe, hat ragihandin.

Sûdanî got ku Iraq bi baldarî çavdêriya geşedanên li Sûriyeyê dike, bi taybetî jî hebûna leşkerî ya Îsraîlê ya li herêmê dişopîne.

Sûdanî ji Ahmed Şara daxwaz kir ku pirrenginya civakî, olî û netewî ya Sûriyê bê parastin û li dijî DAÎŞ’ê gavên ciddî bav

Serokwezîrê Iraqê got,  gavên di van mijaran de, wê hevkariya Bexda û Şamê zêdetir bike.

Aliyan destnîşan kirin, ew ê hevkariya  îstixbaratê zêde bikin.

Li pêyî civînê Sûdanî diyar kir ku wî Ahmed Şara vexwendiye lûtkeyê.

Civîna beriya Yekitîya Ereb a wê di 17yê gulanê de li Bexdadayê pêk were.

Infowelat

——————————————————-

Foto: Civîna Sêdanî û Şara ya li Qeterê 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …