George Simionê rasta radîkal temsîl dike, di hilbijartina li Romanyayê bû yekemîn.
Encamên heyî bû têkçûneke mezin ji bo koalîsyona alîgirê Yekitîya Ewrûpayê.
Rasta radîkal dostanîya bi Trump û Rûsyayê re diparêze û li hemberê alîkarîya Ukraynayê ye.
Hilbijartinên serokomarîyê li Romanyayê hat lidarxistin.
Serkeftina sîyasî wekî dihat payîn bû para namzetê rasta radîkal George Simion.
George Simion bi rêjeya ji 40.5 ji % dengan bû yekemîn.
Şaredarê Bukreşê Nicosur Dan 20.89 ji % û namzetê koalîsyonali ser kar Crin Antonescu 20.34 ji % dengan girtin.
Encamên heyî bû têkçûneke mezin ji bo koalîsyona alîgirê Yekitîya Ewrûpayê.
Ji ber ku tu namzet 50 ji % dengan bi dest nexistin, hilbijartina serokomar ma ji tûra duyemîn re ku wê di 18yê gulanê de bê lidarxistin.

Hilbijartin hatibû betalkirin
Hilbijartina serokomarîyê şeş meh berê hatibû Călin Georgescuyê bi rengekî serbixwe tevlî hilbijartinê bûbû, bi ser ketibû.
Hikumeta Romanyayê û Yekitîya Ewrûpayê bi hinceta Rûsya midaxaleyê hilbijartinan kirîye, encamê qebûl nekribûn.
Piştî vê helwesta polîtîk, Dadgeha bilind hem encamên hilbijartinan hem jî namzetîya Georgescu betal kiribû.
Dadgehê Georgescu bi agahîyên derew ên derbarê fînansekirina kampanyayê de, bikaranîna nelirê ya teknolojîya dîjîtal û destekirina komên faşîst sûcdar kiribû.
Hêvîya pergala heyî a polîtîk ev bû, vê carê partîya rasta radîkal têk biçe.
Lêbelê partîya mijara gotinê vê carê hîn bêtir dengên xwe zêde kirin.
Analîz
Encamên hilbijartinê nîşan dide, di nava civaka Romanyayê de nerazîbûneke mezin li hember sîstema polîtîk heye. Hêrsa li hember koalîsyona li ser kar di heman demê de hêrsa li dijî Yekitîya Ewrûpayê jî mezin dike. Qismekle mezin a a civakê, Brukselê hevkarên hikumetên gendel ên Romanyayê dibinîn. Dahata malbateke Romanyayê sê car ji asta dahata malbatên Yekitîya Ewrûpayê kêmtire. Hilweşîna aborîyê dibe sebeb koçeke mezin a ber bi welatên halxweş ên Yekitîya Ewrûpayê ve pêk were. Loma jî nifûsa Romanyayê di dewsa zêde bibe, kêm dibe. Rasta radîkal vê rewşê bi kar tîne û dixwaze ajandaya xwe ya polîtîk li welêt bimeşîne. Tifaqa ji bo Yekitîya Romanyayê (AUR) bi eşkereyî alîgirîya Trump dike û dixwaze desteka ji bo Ukraynayê bê bidawîkirin. Heman partî li hemberê NATOyê xwedî helweste lê li lê alîyekî din jî dixwaze têkiliyên bi Rûsyayê re bên pêşxistin. Loma jî niha Bruksel ditirse Romanya di nava yekitîyê de bibe Hûngaryaya (Macaristan) duyemîn.
Infowelat
————————–
Foto: Ala Romanyayê